Dozger berdana rojnameger Taşkin îtîraz kir 2017-12-27 17:01:58 MÛŞ – Dozgerê Komarê yê Mûşê berdana Nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin a li Mûşê hat  binçavkirin û berdan îtîraz kir.  Nûçegihana Ajansama me ya Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin di 20’ê kanûnê de li Mûşê dema nûçe dişopand, polîsan bi hinceta der barê wê de îxbarên micid heye binçav kiribûn. Taşkin piştî 4 rojan di bi çavan de hat girtin sewqi edliyê kiribûn. Taşkin li dadgehê bi “şertê kontrola adlî” serbest hatibû berdan. Dozgerê Komarê yê Mûşê der barê Taşkin de bi daxwaza girtinê îtîraz kir.