Qaymeqaymê Qilebanê xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê 2017-12-27 16:25:23 ŞIRNEX - Qaymeqaymê Qilebanê Mehmet Fatîh Yakinoglu, berî salvegera komkujiya Roboskê civînek li darxist û xwest tezmînatê bide malbatên Roboskê. Malbatên Roboskê bertek nîşanî qaymeqam dan û ev tişt gotin: "Em ne tezmînatê, edaletê dixwazin." Li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê hêzên tirk êrîşa hewayî pêk anîbûn û 19 ji wan zarok 34 welatiyên kurd qetilkiribûn. Li ser komkujiyê re 6 sal derbas bû hêj faîl nehatine girtin, lêpirsîna dozê beyî ku bê şopandin, li ser dosyayê girtin.   JI QAYMEQAYM ŞERT: JI MALBATÊ KESEK DIKARE TEV LI BIBE   Berî 6'emîn salvegera komkujiya Roboskê, Qaymeqaymê Qilebanê Mehmet Fatîş Yakinolglu, bang li keya û rûspiyên gundên Roboskê, Bêjûh, Kiror û Nêrwehê kir û bi wan re civîn pêk anî û dîsa xwest tezmînatê bide wan. Li gorî agahiyên kesên ku tev li civînê bûne, Qaymeqaymê Yakinoglu di çarçoveya biryara Waliyê Şirnexê de, bi hinceta "Ewlehiya cemaweriyê" û "OHAL'ê", ji her malbatê ji kesekî zêdetir welatî tev li bibin, dê destûrê nedin bîranînê. Her çendî walî piştre daxuyanî dabe û dest ji vê biryarê berdabe jî vê carê dibêje "Beyî ku dirûşim berz bikin ji her malbatê du kes dikarin tev li bibin."    QAYMEQAYM DIXWAZE TEV LI BÎRANÎNÊ BIBE   Hat diyarkirin ku Qaymeqaym Yakinoglu jî xwestiye tev li bîranîna Komkujiya Roboskê bibe û bi gotinên wekî "Çi sûcê min heye ez wê demê xwendekar bûm" xwe parastiye. Yakinoglu piştî civînê êvarê bi telefonê li kesên tev li civînê bûn geriya û xwestiye hemû malbat tev li bîranînê bibin. Li gorî agahiyan malbatên Roboskê yên ku tev li civînê bûne, ji wan re hatiye gotin ku heke doza xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vekişînin, dê tezmînatê bidin wan.    Hat aşkerakirin ku tefkîfa bertêlê berî çend rojan Serokê AKP'a Qilebanê Fîkret Demîr di civîneke keyayan de ji malbatan re kiriye.   VELÎ ENCU: EM Ê NIHA QEBÛL BIKIN?   Velî Encu bertek nîşanî biryarê da, aşkera kir ku wan roja destpêkê hemû daxwazên dewletê red kirine, edalet xwestine û wiha got: "Tezmînata me berî 6 salan red kir em ê niha bigirin? Em her roj di dadgehan de tên darizandin, em ê biçin tezmînatê bigirin? Heta faîlên komkujiyê neyên darizandin, hesab neyê pirsîn, em ê hemû daxwazên dewletê red bikin. Me daxuyaniyên wan jî li ber çavan negirt. Em ê bi tu awayî tezmînatê negirin."   ZEKÎ TOSUN: ME BIXWESTA TEZMÎNAT BIGIRTA MEYÊ ROJA DESTPÊKÊ BIGIRTA   Zekî Tosun jî bertek nîşanî îdiayan da û wiha pê de çû: "Me bixwesta tezmînat bigirta, meyê roja destpêkê bigirta. Em ne qaymeqaym, ne jî yên hatî qebûl dikin. Vîneke malbatên Roboskê heye. Em doz bir DMME'yê. Em ji biryara DMME'yê razî ne. Ev tenê gote gotin. Em ji doza xwe venagerin." Felek Encu jî got ku ew ji provokasyonan ne berpirsyar in û aşkera kir ku ji xwe doz li Tirkiyeyê bê encam maye, ew tezmînatê naxwazin.   Hîkmet Alma jî destnîşan kir ku qaymeqaym heke tev li bîranînê bibe, bila daxwazên malbatan ji hikumet û rayedaran re ragirîne û ew edaletê dixwazin.