Di pêvajoya Covît-19 de lez dan avakirina HES’an

img

WAN - Şîrketên ku HES'an li ser gelî û deşta Zilanê ava dikin, di pêvajoya şewba vîrûsa Covît-19 de lez dan xebatên avakirinê. Ekolojîst Fatih Şahin, xwest ji bo parastina xweza û dîrokê dawî li înşaeta HES'an bînin. 

 
Li ser ax û erdnîgariya Kurdistanê bi dehan bendav û HES tên avakirin. Yek ji HES'ên tên avakirin jî HES'a li Geliyê Ziyanê ye. Li Geliyê Zilanê berê jî di 14'ê Tîrmeha 1930'an de bi hezaran Kurd qetil kiribûn. 14'ê Tîrmehê wekî roja Komkujiya Geliyê Zîlan tê zanîn. Niha jî li ser Gelî û Desta Zilanê dest bi înşaeta Santralên Hidroelektrik (HES) kirine. Bi taybetî di vê pêvajoya şewba vîrûsa (Covid-19) de lez tan xebatên avakirina HES'ê. 2 înşaetên HES'ê li ser Geliyê Zîlan, 2 înşaet li taxa Germavê bi giştî 4 înşaetên HES'ê ava dikin. Saziya Sererastkirina Piyasa Enerjiyê (EPDK) jî ruhset dan avakirina înşaetên HES'ê. Piştî EPDK'ê di sala 2013'an de rûhsad dan şîrketan, şîrketan xwestibûn malbatên li herêmê îkna bikin. Malbatan destûr nedabûn û vê varê gef li malbatan xwaribûn. Şîrketan di sala 2014'an de xwest van zevî û axê bikin malê cemaweriyê. Lê gelê herêmê serî li 16'ê Dadgeha Şêwrê dan û dadgehê biryara rawestandina înşaetê dabû. Li gel biryara dadgehê şîrketan bêyî guh bidin şewba vîrûsê avakirina HES'an berdewam dikin."  
 
DIXWAZIN BI BENDAVE SER KOMKUJIYÊ BIGIRIN
 
Ekolojist Fatih Şahîn, bertek nîşanî avakirina HES'a li Gelî û deşta Zilanê tê avakirin da û wiha got: "Li herêmê gelek cureyên sewal û zindiyan heye. Di sala 1930’an de bi hezaran Kurd qetil kirin. Ji ber vê yekê ev herêm ji bo gelê Kurd pir girîng e. Li deşta Zilanê bi hezaran ciwan, jin û zarokên Kurdan kuştin. Hinek avêtin bîran hinek avêtin çalan û xwestin cenazeyan winda bikin. Li herêmê gelek pir û bendav çêkirin û xwestin ser van goran veşêrin. Niha dîsa hewl didin bendavan çêkin û ser vê rastiyê veşêrin. Niha li Gelyê Zîlanê HES'an ava dikin û dixwazin ser wê bincil bikin. Li vir li aliyekî dixwazin ser komkujiya Kurdan veşerin, dixwazin dîrok û hafizaya Kurdan tune bikin. Li aliyê din jî pergala kapitalist dixwaze vir xezp bike û xwezayê talan û wêran bike."  
 
DÊ 12 HEZAR MIROV ZERAR BIKIN
 
Şahîn anî ziman ku herêma Zîlanê lûs, hêlîn û wargeha sewal û nebatan e û wiha axivî: "Geliyê Zîlan heta Zozanê Berçelan û Norduzê fireh dibe û wiha axivî: "Ev herêm çavkaniyên avê ne. Di cihanê de cihekî pir bi qîmet e. Di dîrokê de her wisa ye. Herêm ji aliyê avê de pir dewlemend e. Ji ber çavkaniyên avê, xweza û hewayê cureyên nebat û sewalan pir zêde ne. Li herêma Zîlanê 44 wargeh û 10 gund hene. 12 hezar mirov li vir dijî. Bi hezaran cureyên sewal û nebatan li vir dijîn. Ger ku HES bên avakirin dê 12 hezar mirov û bi hezaran cureyên zindiyan zerarê bibînin. Dê mirov, xweza û sewal zerarek mezin bibînin. Bi girtina avê dê jiyanê tune bikin." 
 
MASÎPANK  DI TALÛKEYÊ DE NE
 
Şahîn anî ziman ku rûbarê Zîlan di heman demê de çavkaniya mineralan e û wiha bi dawî kir: "Bi avakirina HES'an dê ev çavkanî zuha bibe. Dê Masîpank zerarek mezin bibînin. Li vir masîpank dema ji Gola Wanê koç dikin û diçin ava şêrin, li geliyê Zîlan pêk dikin. Ji ber vê yekê dê masîpank jî zerarê bibînin. 
 
MA / Cemîl Ugur