Komkirina kîvarkên bejî dest pê kir

img
MÊRDÎN - Welatiyên Gundê Xelîla yê Navçeya Kerboranê, dest bi komkirina kîvarkên ku piştî barana gulanê li çiyê çêbûn, kirin. 
 
Li Navçeya Kerbaranê piştî barana gulanê li kontarên çiyê kîvarkên bejî zêde bûn. Welatiyên Gundê Xelila yên Navçeya Kerborana Mêrdînê wekî her sal îsal jî piştî baranê dest bi komkirina kîvarkên bejî kirin. Welatî her sal di vê mehê de diçin dest bi komkirina kîvark, çahter, reyhan û gihayên çol û çiyê dikin. Kîvark, reyhan, çehter û gihayên ku kom dikin dikin xwarin û jibo demsalên pêş hiltînin. Gundiyan diyar kirin ku jibo kivarkan meha herî xweş û guncav 10 rojên dawî yên meha Gulanê ne û piştî kivark derketin dest bi komkirinê kirin. Ji welatiyên Gundê Xelila Mizgin Gevcan a 30 salî diyar kir ku serê sibê zû diçin kontarên çiyê dest bi komkirina kîvarkan dikin. Gevcan, anî ziman ku li herêmê kîvarkên bi sîwan, şewqe û mêrê 3 cura hene. Gevcan, anî ziman ku kîvark di nava darên berû û herêma çiyayî de çêdibin" 
 
Welatî Hakim Gevcan 33 jî anî ziman ku li çiyê hem kîvarkan kom dikin û hem gelek cureyên gîhayên din kom dikin û giha û pinçarên kom dikin dikin xwarin û ji bo demsalên pêş hiltînin.
 
MA / Omer Akin