'Dest nedin xwezaya me'

img
ŞIRNEX - Jinên HDP'î bertek nîşanî qirkirina darên li Çiyayê Cûdiyê dan û gotin: "Dest nedin xwezaya me." 
 
Li herêma Çiyayê Cûdiyê ji bo qaleqolan qirkirina daran didome. Ên daran jê dikin cerdevan in. Her roj nêzî 100 ton dar tên birîn. Jinên HDP'î ji bo vê yekê gotin "wehşet" e û xwestin rojek berî rojekê dawî li vê qirkirinê bê. 
 
'DIJIMINATÎ DIDOME' 
 
Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, anî ziman ku ev yek bi salan e didome. Kûtlû ku got "Ev talan a pergalê ye" destnîşan kir ku "dijminatiya" li dijî kurdan li dijî xwezayê jî tê domandin. Kûtlû, got: "Dibe ku hûn niha xwezayê qir dikin. Lê sibê hûnê muhtacî vê xwezayê bibin. Dest nedin xwezay me. Em jin heya ji destê me bê em ê li dijî vê bitêkoşin." 
 
‘EM Ê NEHÊLIN' 
 
Hevseroka HDP'a Cizîrê Guler Tûnç jî anî ziman ku li gundê wan Cifanê jî dar tên birîn û got: "Li her derê Kurdistanê xweza şîn bûye. Lê xwezaya me bi kanên madenê, bi şewitandina daristanan an jî bi jêkirina daran tê qirkirin. Mixabin konsepta şerê taybet a li axa Kurdistanê, a li xwezay wê didome. Ev jî bi destê cerdevana tê kirin. Ji niha û şûn de em ê nehêlin ku xwezaya me bê qirkirin." 
 
Zîlan Ecevît a HDP'î jî got:" Ev mesele tenê ne meseleya gelê Kurdistanê ye. Heger ev komkujî dewam bike wê erdnîgariya Kurdistanê bibe çorax, wê erdnîgariya Tirkiyeyê çorax bibe. Wê avhewa xirab bibe. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Zirara digihê erdnîgariya Kurdistanê digihê her kesî. Em bi hev re pêşî li vê komkujiyê bigirin."
 
Zozan Aksû ya HDP'î jî destnîşan kir ku qirkirina li ser ziman û çanda kura niha li xwezaya wan jî tê kirin û got: "Em jinên botanî divê dengê xwe bilind bikin. Em ê dest bidin destê hev du û vê xwezayê biparêzin. Cerdevan ji aliyê pergalê ve tên xapandin. Nebin şirîkê vê xwezayê. Dev ji vê şaşiyê berdin."