Cîhan şerê vîrûsa corona dike, îqtîdara AKP'ê xwezayê talan û wêran dike

img

AMED - Di vê pêvajoya ku hemû cîhan vîrûsa corona niqaş dikin û li dijî vîrûsê şer dikin de, îqtîdara AKP'ê bi guhertinên "Rêziknameya têkildarî erêkirina tescîl û tespîta qadên cemaweriyê" mijûl dibe. Pisporan bertek nîşanî vê hewldana AKP'ê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dixwazin xweza û qadên jiyanê talan bikin. 

Vîrûsa corona (Cobît-19) li serê hemû cîhanê bûye bela û her roj pêl bi pêl mirov ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên dawî 25'ê Adarê li Tirkiyeyê 59 mirov bi şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 2433 kes bi şewbê ketin. Di vê pêvajoya ku hemû cîhan li dijî şewba vîrusê ku WHO wekî pantemî îlan kiriye de şer dikin, îqtîdara AKP'ê ketiye şopa guhertinên zagonan ên rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezayê vedike.  Îqtîdara AKP'ê di 16'ê Adara 2020'an de "Rêziknameya têkildarî erêkirina tescîl û tespîta qadên cemaweriyê" guhert û di Rojnameya Fermî de weşand. Bi vê yekê rê li pêş qadên nû yên têkeve xizmeta mîmar û kanên madenê vekir. Pisporan bertek nîşanî vê hewldana AKP'ê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dixwazin xweza û qadên jiyanê talan bikin. 
 
Mîmar Arif Îpek û Ekolojîst Guner Yanliç, diyar kir ku ev guhertina rêziknameyê dê rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezaye veke. 
 
‘DÊ BIRYARÊN SIYASÎ BIGIRIN' 
 
Mîmar Arîf Îpek, ev rêzikname wekî "Tescila Rêziknameya Yek Zilamî" pênase kir û wiha got: "Berê hemû erkên ku di destê lijneya wezîran debû, niha ketiye destê Serokomar. Biryara statuya parastina qadên SÎT'ê ji biryara lijneyê re hiştine. Rêveberiya lijneya parastinê di salên dawî de hatin guhertin. Êdî hemû ji karmendên dewletê pêk tê. Êdî biryarên bên girtin jî dê li dijî zanistiyê bin. Ji biryarên zanisti zêdetir dê biryarên siyasî bên girtin. 
 
'DÊ AVAHIYAN AVA BIKIN' 
 
Îpek têkildarî xala rêziknameyê ya “Statuya SÎT'a xwezayî dema di çarçoveya biryarên rêgezêde bê guhertin û daxin statuyek jêrtir a qadên SÎT'ên xwezayî, dê Komîsyona Herêmê karibin biryarê bidin û rê li pêş xebatan vekin" û "Qadên parastina xwezayî yên bi Nîtelîk; ji qeynî tesîsên entegre û çandiniya serayan ne têde, sepandinên çandiniyê, sepantinên tibbî û gihayên aromatîk, pêkanînên sewalkarî, masîvanî, bendav û golên ji bo ava vexwarinê û hwd qadên ku xebat lê bê kirin e. Ji bo berdewamiya  taybetmendiyên xwezayî yên van qadan divê gel xwe bigîne van qadan di asta pekan de bê girtin esas e. Dikarin çadir, kamp, karvana vekin. Dîsa dikarin beton, asfalt a rê li pêş xerakirina esasî veneke çêkin..." wiha got: “Eger rê li pêş kamp, vekirina konan û karavanan ên li Qadên SîT'a xwezayî bê vekirin dê di demên pêş de tesîsên mayinde jî bêne çêkirin. Şîrketên ku vê derê kirê bikin dê di demên pêş de avahiyan jî ava bikin. îfadeya xebatên kêm tê wateya di demên pêş de rê li pêş îmarê vekin e. Tesîsên entegre, turîzm û bicihbûnên bi vî rengî de di demen pêş de rê li pêş mîmariyê veke." 
 
 ‘DEMA GUHERTINA RÊZIKNAMEYÊ NE TESADUFÎ YE' 
 
Ekolojist Guner Yanliç jî bal kişand ser pêvajo û dema guhertina vê rêziknameyê û wiha got: "Rapora Bandora Derdorê (ÇED) ku heta niha neket meriyetê û bêdengiya rayedaran dê rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezayê veke. Dixwazin bi vê rêziknameyê vê talankirin û wêrankirinê rewa bikin. Di vê pêvajoya ku di rojeva Cîhan û Tirkye de têkoşîna li dijî vîrusa corona heye de, hikûmet û îqtîdar bi guhertina rêziknameyê mijûl dibe. Daxuyaniya ewil pakêta ku piştgiriyê dide sermameyê bû. Qadên SÎT'ê û Xwezayî yên ku bên parastin bi vê rêziknameyê bi temamî ji xizmeta sermameye re vekirin. Biryara vekirina van qadan a ji bo sermayeyê ku di vê pêvajoyê de pêk hat, ne tesatufî ye. Bi vê yekê hem xwestin sermameye xurt bikin û hem jî rejîma otoriter bêtir xurt bikin." 
Berê jî ev pêşniyar hatin rojeva meclîsê. Lê ev pêşniyar rastî bertek, nerazibûn û niqaşan hatin. Pişti ev komîsyon bi Serokomar ve hat girêdan, niha bi awayekî ker û lal bi yek biryarê ji talankirin û wêrankirinê re têne vekirin. Dê ev qat bi yek biryarê bêne talankirin. Bi vê guhertinê qadên xwezayî û SÎT'ê ji talankirin û wêrankirinê re vedikin. Bê niqaş bi yek gotinê bi vê guhertinê hemû qadên xwezayî û jiyanê ji talankirin û wêrankirinê re vedikin. Dê rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezayê vekin." 
 
MA / Lezgin Akdeniz