Vîrûsa corona hişyariya dawî ye

img

WAN - Serokê Komeleya Rojnamegerên Derdorê ya Navneteweyî Osman Akkuş, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona û diyar kir ku şewba vîrûsa corona ji bo mirovan hişyariya dawî ye û xwest êdî mirov hurmetê nîşanî xwezayê bidin û bi xwezayê re di nava aştiyê de bin. 

 
Vîrûsa corona (Covît-19) di demek nêzîk de li hemû cîhanê belav bû û bi hezaran mirov ji ber vîrûsê mirin. Niha bi sed hezaran mirov jî bi şewbê ketine. Li Tirkiyeyê jî heta niha 37 kes ji ber vîrûsê mirin û 1529 kes jî bi şewbê ne. Têkildakî talûkeya vîrusa corona Serokê Komeleya Rojnamegerên Derdorê ya Navneteweyî Osman Akkuş ku wekî "Don kîşand" jî tê zanîn nirxandinên girîn kirin. Akkuş, anî ziman ku vîrûsa corona gefên ciddî li dinyayê dixwe û wiha got: "Ji ber mirovan mudaxaleyî xwezayê kirine û xweza talan û wêran kirine ev nexweşî belav bûye. Dîsa şerê heyî, koçberî sedema vê yekê ye. Niha gol û çem zuha bûn. Nezla ava zikê erdê daket. Demsal hatin guhertin. Ev hemû hişyarî ne. Gerdûn me hişyar dike, lê em vê hişyariyê nabînin. Divê ev hişyariyên xweza û gerdûnê ciddî bên girtin û li ber çavan bên girtin. Di bûyerên xwezayê yên wekî lehî, erdhej û bahozan de mirov dersê dernaxe. Di sala 1999'an de li Marmarayê erdhej pêk hat. Tirk, Kurd, Laz, Çerkes, Elevi, Sunnî em hemû ketibûn dora nan. Lê vê erdhejê li me tevan xist. Lê piştî wê me parve nekir û me ders jê negirt. 
 
Akkuş, anî ziman ku 4 sal beriya erdheja 1999'an a li Stenbolê li Rojavayê Japonya li herêma Kansaî bajarê Kobe  erdheja 7.2 pêl pêk hatibû û wiha got: "Me wê demê rojnameya Çepeçevre çap dikir. Me sernavê manşeta xwe gotibû ‘Kobe hişyariya dawî' Em çûbûn Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Wê demê Erdogan Şaredarê Stenbolê bû. Şêwirmendê çapemeniyê yê Erdogan wê demê ji min re got ‘Tu delaliya felaketê dike. Lê tişta me dikir ne dedaliya felaketê bû. Hişyariya li dijî velaketê bû. Piştî erdhejê me fam kir ku divê em van hişyarinan li ber çavan bigirin û tedbîran bistînin. Gerdûn bi salan e peyamên cûr be cûr dişîne û me hişyar dike. Gol û rûbar miçiqîn. Nezla avê daket. Demsal hatin guhertin. Ev tev hişyariyên gerdûnê ne. Gelo gerdûn dê me çawa hişyar bike."  
 
NIHA FELAKETA KULIYAN DI RÊ DE YE'
 
Akkuş bal kişand ser şerê DYA dê di sala 2003'an de li dijî Iraqê da despêkirin û wiha got: "Wê demê şer wêraniyek mezin li pey xwe hişt. Di sala 2015'an de dema malbata Kobanî ji Tirkiye derbasî Yewmenîstanê bû, noqî avê bûn. Cenazeyê Alan Kurdî yê Kobanî li pere avê hat dîtin. Ev hişyariya talûkeya koçberiyê nîşanî me dide. Ew dîmen nîşan dide ku dil di qefesa singê de hilnayê. Divê êdî wîcdan hişyar bibin. Niha mirov di rêya koçberiyê de dimirin. Divê em êdî aqilê xwe bidin serê xwe û bibin xwedî wîcdan. Niha refên guliyan ketine rê û tên. Ev felaketek mezin e. Li cihê kulî heye şer heye. Ji ber nikare xwe xwedî bike koçî herêmên din dike. Niha hem mirov û hem jî sewal koç dikin. Ev felasetek mezin e. Heta niha bi milyonan mirov ji ber nexweşiyên Ebola, AİDS û vîrûsên din mirin. Mirov mecbûre hurmetê nîşanî xwezayê bide. Divê bi xwezayê re di nava aştiyê de bijî. Êdî her tişt li ber çavan e. Çareserî û bijartin di destê me de ye. Êdî dê tu tişt ne wekî berê be. Ev hişyariya dawî ye. Ji niha û şûnde dê hişyarî neyê kirin. Divê dadgehên derdorê bên avakirin. Ji bo vê yekê divê bi lez xebatên Destûra Bingehîn bên kirin û Dadgehên Derdorê bên avakirin. Divê em ji bo jiyanek pêkan bêtir hev hembêz bikin. Divê em bêtir her tiştên xwe bi hevre parve bikin. 
 
 
MA / Nazan Sala