Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin

img

ŞIRNEX – Şîrketa Koma Cînerê ji bo santrala termîkê ya li Silopiyê ava bikin, li Çiyayê Cudî li kanên madenê yên nû digerin. Şîrket, ji bo dîtina madenê bi dînamîtan Çiyayê Cûdî wêran dikin. Dîmenên derdikevin holê asta talankirin û wêrankirina xwezayê nîşan dide. 

Lêgerîna kanên madenê ya li Çiyayê Cûdî berdewam dike. Şirketa Koma Cînerê, di salên 2006'an de li herêma Bajarok û gundê Bêspin û Gîte yên Sîlopiyê dest bi avakirina Santrala Termîkê kirin. Di sala 2013'an de Serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan santrala termîkê ya aydî Koma Cinerê vekir. Ji bo berhem pêşkêşî santrala termîkê bikin li Çiyayê Cûdî dest bi lêgerîna kanên madê kirin. Lêgerîna madenê û vekirina kanan a li Çiyayê Cûdî didome. Tê diyar kirin ku heta niha bi hezaran dolim zevî ji ber kanên madenê tev talan û wêran bûye. Bi dînamît û maddeyên teqemeniyê çiya û xwezayê talan û wêran dikin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku hemû wargeh û mêrgê wan ê bi hezaran pez û sewalan lê xwedî dikin tev talan û wêran bûye û êdî nikarin li wir sewalkariyê jî bikin. 
 
DÎRAK Û XWEZAYÊ WÊRAN DIKIN
 
Li Gundê Herbûl ê aydî Asuriyan lêgerîna madenê didome. Dîsa lêgerîna madenê li gundên Zêriger û Çele Şex Abas yên li Çiyayê Cûdî belav dibe. Li herêma ku wekî Gire Êzmun tê binavkirin talankirin û wêrankirin didome. Talankirin û wêrankirin li Sîlopî jî tê xuyakirin. Dimenê derketine holê asta talankirin û wêrankirina xwezayê û Çiyayê Cûdî nîşan dide. Welatî diyar dikin ku rayedar çavên xwe ji talankirin û wêrankirina xwezayê de digirin û talankirin û wêrankirin didome. Rayedarên şîrketa Cînerê bi sedan dinamîtan di zikê Çiyayê Cûdî de diteqîne û xwezayê talan dikin. Ji ber talankirina çiyê bi sedan cûreyên nebat û giha winda dibe û tune dibe. 
 
Serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan beşdarî merasima vekirina santrala termîkê kiribû û diyar kiribu ku bi teknolojiya herî pêşketî xizmetê dikin."