Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin

img

MÊRDÎN - Cotkarên mêrdînî ku DEDAŞ bi fatoreyên zêde li wan dibire û timik ceyranê li ser wan qut dike hatin gel hev û biryar dan ku îsal garis û pembû daneynin û erdên xwe vala bihêlin.

Li Mêrdînê ku yek ji embarên zad ên Tirkiyeyê ye, ji ber ku Şîrketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ) fatoreyên gelek zêde ji wan re dibire û timik ceyranê li ser wam qut dike cotkar hatin gel hev û hin biryar girtin. Di civîna cotkaran bi rêveber û nûnerên Komeleya Cotkarên Qoserê, Odeya Ziraetê ya Qoserê û Komeleya Keyayên Qoserê re girt de biryar hat dayîn ku ji bo avdaniyê bikaranîna ernejiya bi ceyranê bê terikandin. 
 
Di daxuyaniya ku hevpar hat weşandin de tê diyarkirin ku ji ber zemên di demên dawîn de hatine kirin, ne pêkane ku fatoreyên tên birîn, bên razandin û jeneratorên ku ji bo malan ji aliyê DEDAŞ'ê ve bên belavkirin jî ji aliyê keyayen ve teslîm neyên girtin. Dîsa di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku biryara hatiye girtin ku dê îsal garis û pembû neyê danîn.