Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê

img

EDENE - Komîsyona Ekolojiyê ya ÎHD'a Edeneyê di rapora xwe ya der barê tesîsa polîpropîlenê de ku tê xwestin li Ceyhana Edeneyê bê avakirin, bal kişand ser zirara ku dê tesîsa navbirî bide mirovan û xwezayê.

Holdînga Ronesans û şîrketa Sonatrach a cezayirî ji bo Şîrketa Anonîm a Polîpropîlenê ya Ceyhanê li Herêma Endstrî ya Petrokîmya ya Ceyhanê ava bikin di Îlona 2019'an de li hev kiribûn û îmze danîbûn bin peymanê. Wê polîpropîlena ku di çêkirina xaliyan, amûrên ambalajê û sektora mobilyayê de bên bikaranîn ji Cezayîrê bên peydakirin. Li gor peymana hatiye çêkirin wê fabrîke li qadeke 67 hektarî bê avakirin û wê kapasîteya wê ya salane 450 hzar ton polîproplen be û wê di sala 2023'yan de bi temamî bê avakirin.
 
Şîrketê di çarçoveya rapora ÇED'ê de xwest sazî û dezgehên li bajêr jî fikr û ramanên xwe yên ji bo projeyê diyar bikin. Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî rapora xwe ya der barê projeya navbirî ji şîrketê re şandiye.
 
Endamê Komîsyonê Endezyarê Madenê Raîf Bozdemîr jî destnîşan kir ku di raporê de bal kişandine ser zirara ku dê tesîs bide mirovan û xwezayê.
 
Bozdemîr, anî ziman ku fabrîkeya wê zirareke mezin bide çavkaniyên avê. Bozdemîr, destnîşan kir ku ji tiştên ku zirarê didin eko-sîstemê û dibin sedema krîza ekolojiyî jî plastîk in û got: "Plastîk, hem gava tê hilberandin hem jî gava dibe bermayî xwezaya me qirêjî dike. Zirarê dide mirovan û hemû candaran."
 
WÊ BEHRA SPÎ BIBE 'BEHRA PLASTÎKAN'
 
Bozdemîr, diyar kir ku ji sedî 60-80'yî çopan plastîk in û got, li oqyanûs û behran 100-150 milyon ton plastîk hene û her sal 6 ton û nîv li vê miqdarê zêde dibe. Bozdemîr, got: "Ev rewş ji bo ekosîstemê û jiyana xwezayî talûkeyeke mezin e."
 
Bozdemîr, anî ziman ku ji ber vê wê di demek nêz de Behra Spî veguhere behra plastîkan. Bozdemîr, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber vê rewşa talûke bê girtin divê hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê demildest bikaranîn û hilberîna plastîkan kêm bibe.
 
MA / Hamdûllah Kesen