‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'

img

ÊLIH - Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku Bendava Ilisûyê bendava ewil e ku di bin navê ewlehiyê de hatiye çêkirin û got, ji ber vê mirov mecbûr mane herêmê biterikînin. Rêvebirê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nazmî Algan jî got, wê êdî ev bendav bibe sedema nexweşînan. 

Ji ber Bendava Ilisûyê gelek jîngeh û dever di bin avê de mane. Heta niha herî kêm 50 gund di bin avê de mane. Piştî bangewaziya Koordînasyona Heskîfê û 94 hunermend û nivîsjaran heyetek ji bo lêkolînê hat Êlihê. endamên heyetê çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re gotin. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Arkeologan a Stenbolê Yîgît Ozar, got: "Mixabin her diçe dîrok bêtir tê tunekirin. Berhemên dîrokî yên Heskîfê dikirin Heskîf di bin navê parastinê de ji mirovan hatin qutkirin. Berhemên li vira bîr û ahfize bûn. Ev tê wateya qutkirina bîrê." Ozar, destnîşan kir ku veguhastina berheman jî sirf ji bo rewakirina rûxandinê hatiye kirin û got: "Bendavê av girt, lê em dibînin ku tevî hin qadên arkeolojîk hê jî hin gund dikarin bên xelaskirin. Loma divê têkoşîn bidome." 
 
'BENDAVA EWIL A EWLEHIYÊ' 
 
Prof. Dr. Beyza Ustun jî got: "Ilisû, tenê ne bendava ku pêşkeşî sermayeyê tê kirin, her wiha bendava ewil e ku di bin navê ewlehiyê de hatiye çêkirin. Bi bendavê re mesafe hatin dirêjkirin. Mirov mecbûr man terka herêmê bikin. Êdî li van geliyan kes nikare sewalvaniyê bike. Ev jî awayekî dîtir bêmulkiyeyê ye." 
 
Ustun, destnîşan kir ku divê bi tu awayî kes dev ji têkoşînê bernede û got: "Niha dîrok di bin loda hin keviran de ye. Mirov bi darê zorê hatin koçberkirin." 
 
BANDORA BENDAVÊ YA LI SER TENDURISTIYA MIROVAN 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nazmî Algan jî anî ziman ku wan xwestiye li cihê cih serdana herêmê bikin. Algan, anî ziman ku wan tesîra bendavê ya li ser mirovan lêkolîn kiriye. Algan, got: "Ev tenê ne ji bo jiyana mirovan, ji bo jiyana candaran jî bûye sebea hin tiştên neyînî. Mînak, gava av ji nişkave bilind bibe dibe ku mirîşk bifetisin. Mirov, mecbûr dimînin zûzûka terka malên xwe bikin." 
 
Algan, bal kişand ser bandora bendavê ya ji bo tenduristiya gel û got: "Wê ava çar bajaran, ava bermayî û qenalîzasyonan bê vê bendavê. Mixabin nîviyê van avan ancax tên dawerivandin. Û wê ava vê bendavê, ava sekan, bibe sedema nexweşînan. Demidlest divê tevdîr bên girtin. Beriya her titşîtî jî divê qlpaxên bendavan bên vekirin û çem azad bibin." 
 
MA / Metîn Yoksû