Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek

img

MÊRSÎN – Li Mêrsînê şêniyên Taxa Karadûvarê li dijî avakirina Fabrîkaya Polîproplînê bûn yek û platformek ava kirin. Berdevkê Platforma Hawirdorê Yûsûf Ûygûr, destnîşan kir ku heger fabrîke bê çêkirin wê masîvanî û sewalvanî nemîne. 

Li Taxa Karadûvar a navçeya Akdenîz a Mêrsînê tê xwestin ku Fabrîkeya Polîprropolînê (plastîk) bê avakirin. lê belê şêniyên taxê li dijî vê yekê bûn yek û Platforma Hawirdorê ya Karadûvarê ava kirin. Gelek partiyênn siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgiriyê didin platforma navbirî. 
 
'EM Ê NEHÊLIN'
 
Berdevkê Platforma Hawirdorê Yûsûf Ûygûr, destnîşan kir ku wê fabrîkeya navbirî li herêmê çandinî û sewalvaniyê biqedîne. Ûygûr, diyar kir ku wê bermayiyên fabrîkeyeê behrê qirêjî bike û ji ber vê wê masîvanî jî nemîne û got, her kes neriet bûye. Ûygûr, got: "Wê bi vê fabrîkayê behr û ax jehrî bibe. Gelê Karadûvarê dibêje, 'qethiyen em ê nehêlin bê çêkirin.' Ji ber platform hatiye avakirin şêniyên taxê kêfxweş bûne. Çend sal berê şêniyên taxê li dijî avakirina şîrketa petrolê jî çalakî li dar xistibûn. Lê em ê vê carê nehêlin ev çê bibe." 
 
Keyayê Taxê Fîkret Altan jî got: "Helbet dibê li seranserê welat veberhênanî çêbibe, lê cihê vê muhîm e. Divê prisgirêka hawidrorê wekî pirsgirêka civakê bê dîtin. Loma niha ji ber vê yekê platform hatiye avakirin. Armanc jiyaneke rast û paqij e. Niha li taxê du fabrîke hene. Ji xwe ev fabrîke têra xwe zirarê didin derdorê û mirovan. Heger ev jî çê bibe wê zirareke mezin bide çandinî û masîvaniyê jî. Em vê projeyê qebûl ankin. Platforma hatiye avakirin ji bo şêniyên taxê ye." 
 
MA / Ergîn Çaglar