Ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê banga dawî kirin

img

STENBOL – Koordînasyona Heskîfê ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê bang li hemû aliyên hestyar kir û saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî ji bo hestiyar nêzî Heskîfê nebûn xwe rexne kirin. 

Koordînasyona Heskîfê ji bo rewşa dawî ya Heskîfê li Odeya Endezyarên Makîneyê ya Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî wek HDP, CHP û partiyên çepgir beşdarî civînê bûn û pankarta “Banga dawî ya ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê” daliqandin. 
 
‘TALAN DIDOME’ 
 
Endama Koordînasyona Heskîfê Beyza Ustûn daxuyanî xwend û da zanîn ku bi zanebûn dîroka 12 hezar salan Heskîfê û Geliyê Dîcleyê di bin avê de hat hiştin û xweza, ernîgarî û dîrokê talan dikin. Ustun anî ziman ku tevî hemû bertek û dijderketinê jî bendav çêkirin û bi qasî dihat xwestin bertek nehat nîşandan û ji ber vê yekê jî bendav digihîje armanca xwe. Ustun got ji ber bendavê bi hezaran welatî neçar mane ji warên xwe koçber bibin û gund û warên wan di bin avê de maye. Ustun got heta niha bi giştî 22 gund di bin avê de mane û nêzî 200 cih û warên xelkê dê di bin avê de bimînin. 
 
‘RAYEDAR XEMSAR IN’
 
Ustun destnîşan kir ku hemû hişyarên wan di dema derbasbûyî de ku kirin rast derketin û ji ber mexdûriya welatiyan rayedarên dewletê xemsar in û guh nadin daxwazên xelkê. Ustun bal kişand ser berhemên dîrokî yên ji Heskîfê hatin barkirin jî û got veguheztina van berhemên dîrok jî bi sembolîk pêk anîne û lê di encamê de bi hezaran cih û warên dîrokî ango şikeft di bin avê de mane. 
 
‘GAVÊN PÊWÎST BIAVÊJIN’ 
 
Ustun da zanîn ku di vê mijarê de baroyan wezîfe ango berpirsiyariya xwe pêk neanîne û got: “Li gel ku dikaribû Heskîf were rizgarkirin jî lê bêdeng hatiye mayîn. Em hêj dizanin ku derfet hene vê projeyê rawestînin. Her roj li Heskîfê û Geliyê Dîcleyê sûc tê kirin. Di vê mijarê de em carek din bang li baroyan û hiqûqnasan dikin; ji kerema xwe tişta pêwîst bikin û gav biavêjin. Hin bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê hemû hunermend û rewşenbîr jî dengê xwe bilind bikin. Ev bendav her deverê tune dike. Ji ber vê yekê jî em bang li rayedaran jî dikin ku ji vê xeletiyê vegerin. Divê demildest vê projeya rûxandinê were rawestandin. Lazim e deriyên bendavê werin vekirin û gola avê vala bibe û her dever veqere mîna xwe berê.” 
 
NÛNERÊN STK Û PARTIYÊN SIYASÎ XWE REXNE KIRIN 
 
Li ser navê CHP’ê, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, rêveberê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nazmî Algan, Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrêrojhilat Abdulhekîm Daş û Hevserokê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî di civînê de axivîn û ji bo qasî dihat xwestin xwedî li Heskîfê û Geliyê Dîcleyê derneketine xwe û rêxistinên xwe rexne kirin û li gel vê kêmasiyê jî banga xwedî derketina Heskîfê kirin.