Rêya di navbera Geliyê Dîcle û Heskîfê de di bin avê de ma!

img
ÊLIH - Pengara Bendava Ilisûyê her diçe bilind dibe û pê re rêya di navbera Heskîf û Geliyê Dîcleyê de jî di bin avê de ma. 
 
Pengara Bendava Ilisûyê her diçe bilind dibe. Tê gotin wê di nav hefteyekê de pira ku tekane rêya bajarê kevnare ye di bin avê de bimîne û heger ev pir di bin avê de bimîne wê rêya bajêr a bi bejahiyê ve bê qutkirin. 
 
Her wiha bi bilindbûna pengava bendavê re wê Kelehha Heskîfê jî di bin avê de bimîne û ji ber vê Heskîf û Geliyê Dîcleyê jî ji hev qut bûn. Çend meh berê rêya kevn a ji hêla Êlihê ve hatibû girtin û gundiyan ev rê bi kar dianî. Lê piştî av binilind bû û rê di bin avê de ma girêdanî qut bû. Wê bajarê dîrokî çend hefte şûnde di bin avê de bimîne.