Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin

img

ÊLIH - Ji ber Bendava Ilisûyê gorên 199 jîngehan di bin avê de dimînin. Her wiha serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran jî bêbersiv mane. 

Ji ber Bendava Ilisûyê ku gorên li 199 jîngehan jî di bin avê de dimînin. Heta niha gorên li hin deverên nizm di bin avêd e mane. Piraniya van goran ên beriya bi hezaran salî ne. Her wiha serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran jî nayên bersivandin. 
 
Ji serlêdanan hin jê bi cih hatine û çend gor hatine veguhastin. Lê belê bi hezaran gor hê nehatine veguhastin û bi hinceta "gorên bêkes in" nayên veguhastin. 
 
Malbatên ku daxwazên wan ên ji bo veguhastina goran pêk nayên serî li şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û Êlihê dan. Şaxên ÎHD'ê yên navbirî jî ji bo vê serî li dozgeriyên komarê dan lê belê heta niha tiştek rû nedaye. 
 
Nedîm û Mehmet Dogan, ji bo veguhastina gora birayê wan Ahmet Dogan ku di sala 2000'î de jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Asriyê ya Heskîfê hatiye veşartin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Her du birayan di 11'ê Çileya 2016'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabûn, lê belê dozgeriyê ji bo serlêdana wan biryara neşopandinê daye. 
 
‘DEMILDEST DIVÊ MUDAXILEYEK BÊ KIRIN' 
 
Piştî vê biryarê Mehmet Dogan serî li Şaxa ÎHD'a Amedê daye. Dogan, diyar kir ku  cenazeyên 12 kesan neqlî beşa bêkesan a Goristana Asriyê ya Heskîfê hatiye kirin, lê belê bêyî ku testa DNA'yê ya birayê wî bê kirin cenazeyê wî hatiye definkirin. Dogan, anî ziman ku gorên dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimana veguhastine Goristana Bajêr a Êlihê, lê belê birayê wî jî di nav de cenazeyê 12 kesan bi hinceta bêkes in nehatine veguhastin û got: "Ji ber ku av bilind bûye dibe kucenaze di bin avê de bimînin. Loma demildest divê mudaxileyek bê kirin. Em amade ne ji bo xwînê nimûneyê bidin. Ji bo vê jî em dixwazin komele di warê hiqûqî de alîkariya me bike". 
 
Li ser vê ÎHD'ê jî serî li Şaredariya Êlihê da. Lê belê şaredariyê jî gotiye, ev erka Şaredariay heskîfê ye û divê serî li Şaredariya Heskîfê bê dayîn. Şaredariya Heskîfê jî serlêdana komeleyê bêbersiv hişt. 
 
HEYETK ŞANDIN 
 
Ji bo vê rewşê gelek kesan serî li şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dane. Piştî serlêdan pir bûne ÎHD'ê jî ji bo lêkolînkirinê heyetek şand herêmê. Wê heyet piştî lêkolînan raporekê amade bike.