Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin

img

AMED - Platforma Parastina Hevselê, ji pêkhatiyên xwe yên ku ji bo pêşkêşî heyeta UNESCO'yê bikin, di Nîsanê de li Sûrê lêkolîn bikin û raporê amade bikin xwest ku tev li xebatên raporê bibin. 

Endamên Platforma Parastina Hevselê, têkildarî ziyareta heyeta UNESCO ya 4 sal piştî operasyona li ser Sûrê hatin lêkolîn kirin daxuyanî dan. Platformê li Şaxa Egitim Sen a Hêjmar 1 daxuyanî dan. Berdevkê Platformê Vahap Işikli, diyar kir ku armanca platformê nirxên civakî, çandî û dîrokî biparêze ye. Işikli, diyar kir ku Çemê Dicle û Baxçeyê Hevselê hev xwedî dikin û wiha got: "Di encama polîtîkeyên bi hişmendiya bazirganiyê nêzîk dibkin, ev damara jiyanê ya bajar tê qutkirin. Ji ber Çemê Dicle di statuya rûbar de ye tê parastin û ji ber vê yekê dibe hedefa sermayedaran. Işikli, anî ziman ku ji ber UNESCO ew xistiye bin parastinê, divê bizmarek jî li vir neyê kutan û qet zerar neyê dayîn. Işikli, xwest her kes li hemberî çemê Dîcle û Baxçeyê Hevselê hestiyar tev bigerin û tev li pêvajoya raporê bibin. Işikli, anî ziman ku dê li ser pêşeroja Hevselê di 28'ê Sibatê de civînekê çêkin û xwest her kes tev li vê civînê bibe.