Ji bo rê li pêş bermahiyên diherikin Mûnzûrê bigirin xebat didomin

img

DERSÎM – Xebata ku Hevparên Meclîsa Bila Mûnzûr Azad biherike, ji bo rê li pêş bermahiyên kanalîzasyona li Pulûrê diherike Çemê Mûnzûrê, bi encam bû. Meclisê diyar kir ku xebatên wan encam girtin û tesîsa ku plan dikin dê derxin îhaleyê. 

 
Li Navçeya Pulûrê ya Dersimê bernahiyên kanalîzasyonê diherin nava çemê Mûnzûrê û ava Mûnzûrê qirêj dikin. Hevparên Meclîsa Bila Mûnzûr Azad biherike, ji bo rê li pêş bermahiyên kanalîzasyona li Pulûrê diherike Çemê Mûnzûrê bigirin dest bi xebatê kirin. Hewldanê diyar kirin ku xebatên wan encam girtiye û ji bo tesîsekê ava bikin plan derxistine û plana wan di asta îhaleyê de ye. Ji Hevparên Meclîsê Şaredarê Pulûrê Mustafa Sarıgül, Şaredarê Pilumoriyê Muslum Tosun, Berdevkê Hewldana Mîradeyê Xweza û Çanda Dersimê Parêzer Bariş Yildirim diyar kirin ku xebatên wan encam girtiye û dê plana avakirina tesîsê bidin îhaleyê. 
 
Şaredarê Pulûrê Mustafa Sarigul, diyar kir ku li navçeyên ku nifûsa wan kêmî 10 hezaran be, bernameyên Bangayên Bajaran a hîbeyê ji sedî 50 heye û wiha got: "Me navçeya Pulûrê tev li vê bernameya hîbeyê kiriye. Em hatine pêvajoya îhaleyê. Demek dirêj e xebat tên kirin. Kanalizasyon heye, lê amûra parzinandinê tune ye. Em ê xebatên parastina xweza û derdorê berdewam bikin. 
 
Şaredarê Pilumoriyê Muslum Tosun jî anî ziman ku ku pêdiviya wan bi tesisa parzinandinê heye û hewldana wan a ji bo avakirina tesîsê didome. Prz. Bariş Yildirim  jî anî ziman ku hemû bermahî yên mirovan in û ev bermahî bi destê mirovan dikevin kanalîzasyonê û tev li çem dibin. Yildirim, anî ziman ku ev bermahî di serî de zerarê didin masiyên deqsor. Dîsa masiyên samurên avê di ava paqij de dijîn. Ger ku ev masî hebin nîşan dide ku av paqij e. 
 
MA / Ayşe Surme