Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan

img

ERZÎNGAN - Li Navçeya Tercanê ya Erzînganê dixwazin Projeya Kana Kromê têxin meriyetê. Kesên zana diyar kirin ku ev proje dê li ser tenduristiya mirovan û derdorê bandorek xerab pêş bixe û ji bo proje betal bibe rapor amade kirin. 

 
Li Gundê Şix ê Navçeya Tercanê ya Erzinganê, di 27'ê Mijdara 2018’an de xwestin Projeya Kana Kromê têxin meriyetê. Li dijî vê projeyê Prz. Bariş Yildirim serî li Dadgeha Îdarî da û xwest proje betal bibe. Li ser vê yekê heyeta kesên zana dest bi keşifê kir û rapor amade kir. Heyeta Kesên Zana ku rapor amade kir, di raporê de diyar kir ku ev proje dê zerarê bide tenduristiya mirovan û derdorê û xwest ev proje bê betalkirin. Dadgeha Îdarî ya Erzînganê jî rapora Kesên Zana nirxand û tê payin ku biryarê bide. Di 14'ê Çile de rapor teblîgî parêzer Bariş Yildirim kirin. Bariş têkildarî projeyê anî ziman ku ger çavkaniyên avê yên Dersimê bên qirêjkirin dê bi milyonan mirov û bi milyonan sewal û zindiyên din zerarê jê bibînin û wiha got: “Heyetê piştî keşfê rapora ku ji 25 rûpelan pêk tê amadede kiriye. Di encama raporê de diyar dike ku qrîterên derdorê û mevzûatê pêk nehatiye û piştî ev proje têkeve meriyetê dê tenduristiya mirovan xera bike û bandorek neyînî li ser der û dorê çêke." 
 
Yildirim, anî ziman ku ger projeya Tercanê têkeve meriyetê dê hewzeya Konarli û zindîbûna geliyê Gundê Şix tev winda bibe û wiha got: "Tirkiye peymana Parastina Şertên Jiyanê û Sewalên Biyanî ya Ewropa îmze kiriye. Li gorî vê peymanê divê teqez ev xalên parastinê bên esasgirtin. Dîsa ji bo cureyên flora û fauna yên herêmê bên parastin divê tiştên ku jiyana wan têxe talûkeyê neyên kirin. Li ser hewceya çem û rûbaran pezkovî û sewalên din ên biyanî dijîn. Ger ku ev proje têkevin meriyetê ev cureyên sewalan tev dê winda bibin. Mixabin herêmê ji ber projeyên HES'ê gelek zerar dîtiye. Ger ku ev çavkaniyên avê û hewza bê qirêjkirin dê bi milyonan mirov û sewal zerarê bibînin." 
 
MA / Ayşe Sürme - Semra Turan