‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’

img

ÊLIH – Ava Bendava Ilisûyê roj bi roj dîroka Heskîfê di bin xwe de dihêle. Şêniyên Heskîfê li dijî binavkirina Heskîfê bi hêrs in. Aybaz Tunç ê esnaf got: “Heskîfa me ya xweşik edem kirin. Xwelî li serê we be. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Tevî li seranserî cîhanê ji bo bajarê qedîm û dîrokî Heskîf di bin ava Bendava Ilisûyê de nemîne çalakî û nerazîbûn hatin lidarxistin jî lê di vandiv an de Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salan di bin avê de dimîne. Hefteyek berê ava bendavê gihîşt navenda Heskîfê û niha şûnwarên dîrokî di bin avê de dimînin. Ev av gav bi gav bilind dibe û hemû Heskîfê di bin xwe de dihêle. Tê payîn ku wê di meha sibatê de tevahiya Heskîfê di bin avê de bimîne. 
 
HILWEŞANDIN DEWAM DIKE 
 
Stûnên pira dîrokî ya Heskîfê ku li ber Keleha Heskîfê ne di bin avê de man. Nih cih bi cih kûrahiya avê gihîştiye 11 metreyan û firehiya avê jî gihîştiye 30 metereyan. Gelek şikeft û darên derdorê din bin avê de man û li aliyê jora Heskîfê jî makîneyên şûnwarên dîrokî xera dikin. 
 
Êdî kes naçe serdana Heskîfê. Kesên diçin serdanê jî pirr hindik in. Şêniyên Heskîfê li dijî binavkirina Heskîfê bi hêrs in. 
 
‘BERÊ DÎROK DIPIJIQÎ LÊ NIHA AV DIPIJIQE’ 
 
Aybaz Tûnç ê li Heskîfê esnafiyê dike kargeh û mala Tûnç a li gundê Serpirê ku li hemberî Heskîfê ue di bin avê de man. Tûnç anî ziman ku dê di demek pirr kin de tevahiya Heskîfê di bin avê de bimîne û her kêliya diçe av zêde dibe. Tûnç diyar kir ku gundê wan jî di bin avê de dimîne û mal nedane wan û ew mexdûr hatine hiştin. Tûnç da zanîn ku demek dîrok ji Heskîfê dipijiqî lê niha niha av ji Heskîfê dipijiqe. Tûnç bertek nîşanî barkirina gelek şûnwarên dîrokî ku ji Heskîfê rakirin birin “Heskîfa Nû” û got: “Dîrok di cihê xwe de xweşik e. Heskîfa me ya xweşik edem kirin. Xwelî li serê we be. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dîrok û turîzm di bin avê de ma.” 
 
‘REWŞEK XETERNAK E’ 
 
Welatiyê bi navê Şerîf Demîrtaş jî destnîşan kir ku tevî têkoşîna bi salan hat dayîn jî Heskîfa hezarê salan di bin avê de hat hiştin û wiha got: “Ev rewşek xeternak e. Em wate nadinê ku cihek dîrokî di bin avê de dihêlin. Em difikirin ku em ê çawa behsa Heskîfê ji nifşên bên re bikin. Dîroka 12 hezar salî dikin qûrbanê bendava 50 salî. Wê ev bendava 50 salî feydeyê nede tu kesî. Her sal bi hezaran turîstan ziyaret dikir. Heskîf ji bo xelkê herêmê jî dibû qezenca aborî. Lê niha kes nayê serdanê. Berê mirov nikaribû cihê gav biavêje bibîne. Lê niha çend kesên tên serdanê jî xemgîn dibin û vedigerin. Dîroka 12 hezar salî kirin qurbanê betonê.” 
 
MA / Fethî Balaman