Ustun: Wê qenal rêyên koçberiyê û celebên wan tune bike

img

STENBOL - Prof Dr. Beyza Ustun, destnîşan kir ku Projeya Qenal Stenbolê projeyeke "kujer" e û got: "Li herêmê tu rêyên sereke ên koçberiyê hene. Di rêyên koçberiyê yên çûn û hatinê de koçber hemû li wê herêmê qonax vedigirin, gava tên westiyayîne û wê ev hemû tune bibin". 

Serokomar Tayyîp Erdogan, duh di civîna xwe ya li Qesrê de careke din di çêkirina Qenal Stenbolê de israr kir û got: "Wê Projeya Qenal Stenbolê hêzeke din li hêza welatê me bar bike. Di nêz de em ê dest bi çêkirina wê bikin. Kesên li dijî vê projeyê derdikevin, nizanin ev proje çi ye. Ne pereyê lê diçe rast dibêjin ne jî cihê ku dibêjin. Ev proje wiha ji nişkave nehatiye çêkirin". 
 
Lê berevajî gotinên Erdogan, pispor destnîşan dikin ku heger qenala navbirî bê çêkirin wê piraniya kaniyên avê û warên dîrokî tune bibin. Prof. Dr. Beyza Ustun jî destnîşan kir ku divê mirov tenê wekî Qenal Stenbolê li vê projeyê mêze neke û got, wê li li ser pira sêyemîn, Balafirgeha Stenbolê, Daristanên Bakur û qadên avî yên bakur bê çêkirin. 
 
Ustun, anî ziman ku îqtidarê di sala 2011'an de ji bo hilbijartinê bi navê "Projeyeke Ecêb" projeyek aşkere kiribû û di vê projeyê de tenê qisma wê ya qenalê hatibû nîqaşkirin. Ustun, got: "Beriya projeya qenalê balafirgeha sêyemîn, pira sêyemîn yanî ji xeynî projeya qenalê û kolandina qenalê me her tişt nîqaş kirin. Û ev tiştên me nîqaşkirin hemû di dema avakirina balafirgeha sêyemîn de hatin serê me. Daristanên Bakur tev hatin kolandin û tunekirin. Ekosîstema daristanê tenê ne jêkirina dara ye. Li wir giyanewer dijîn, zêde dibin, disekinin û koçber li wir datînin. Bi balafirgeha sêyemîn ekosîstemeke wiha mezin tune kirin". 
 
Ustun, diyar kir ku di çêkirina balafirgeha sêyemîn de tenê ne xweza zirareke mezin gihaşt jiyana mirovan jî û got, di dema çêkirina balafirgehê de li gor hejmarên fermî 56 karkerî jiyana xwe ji dest daye, lê li gorî hejmarên ne fermî ev hejmar zêdetir e. Ustun, destnîşan kir ku dibe ku di dema çêkirina Projeya Qenal Stenbolê de jî heman tişt biqewimin. 
 
‘WÊ LAGÛNA KUÇUKÇEKMECEYÊ TUNE BIBE' 
 
Ustun, destnîşan kir ku gava îqtidar di siyasetê de dixitime serî li projeyên înşeatê dide. Ustun, bilêv kir ku êrîşên bi vî rengî zirereke mezin didin xwezayê û got: "Li cîhanê hejmara lagûnan pir kêm e. Yek ji van lagûnên nadîde jî lagûna Kuçukçekmeceyê ye. Heger qenal bê çêkirin wê ev lagûn jî tune bibe. Paşê wê Gola Kuçukçekmeceyê û Bendava Sazlidereyê bikolin. Piştî vê jî wê berê xwe bidin ekosîstema di navbera Dûrûsûyû û Balafirgeha Sêyemîn de". 
 
‘WÊ AVA VEXWARINÊ QIRÊJÎ BIBE' 
 
Ustun, diyar kir ku heger qenal bê çêkirin wê ava şebekeyê jî qirêjî bibe. Her wiha Ustun, destnîşan kir ku heger qenal bê çêkirin wê gelek giyanewerên avî û yên ne avî jî tune bibin û got: "Li herêmê tu rêyên sereke ên koçberiyê hene. Di rêyên koçberiyê yên çûn û hatinê de koçber hemû li wê herêmê qonax vedigirin, gava tên westiyayîne û wê ev hemû tune bibin". 
 
‘LI SÛRÊ ÇEKÊN GIRAN LI STENBOLÊ TOMA' 
 
Ustun, destnîşan kir ku Projeya Qenal Stenbolê komkujiya xwezayê ye û got, divê her kes li dijî vê projeyê derkeve. Ustun, got: "Em li mudaxileyên li nav Sûrê binerin. Em mêze bikin ka li wir gel çawa ji malên xwe hatin derxistin û tunekirin. Heman tişt wê li vira jî pêk bê. Belkî ne bi amûrên şer be lê wê ev yek bi TOMA'yan pêk bê. Ferq nake. Em li Heskîfê mêze bikin, bi dînamîtan dîroka bi hezaran salî tune kirin. Dixwazin heman tiştî li vira jî bikin". 
 
MA / Erdogan Alayûmat