Toker: Îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike di Qenal Stenbolê de israr dike

img

STENBOL - Rojnamevan-nivîskar Çîgdem Toker, bal kişand ser zirarên Projeya Qenal Stenbolê û got, îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike hev qasî israr dike. 

Nîqaşên ji bo çêkirina Projeya Qenal Stenbolê didomin. Rojnamevan-nivîkar Çîgdem Toker, destnîşan kir ku pêkanîna çêke-bixebitîne-dewr bike perçeyeke modela Hevkariya Taybet a Cemaweriyê ye û got, ev model cara ewil li Îngîltereyê pêk hatiye. Toker, anî ziman ku ev modeleke demdirêj e û got: "Li ser asasên parvekirina rîsk û dahatê ya sektora cemaweriyê û şîrketên taybet e. Yanî hem rîskê hem jî dahatê parve dikin. Bi vî awayî peyva kesîdekirinê tê mehandin. Loma hinekî derî rastiyê dixuyê. Ên dixisirin raya giştî ye. Heger raya giştî em bin, nexwe em dikarin bêjin ku kedkar, gel ji bo wadeyeke dirêj tên deyndarkirin. Em dikarin bêjin ku modeleke bi vî rengî ye". 
 
MODELEKE BIPIRSGIRÊK 
 
Toker, anî ziman ku ev model modeleke bipirsgirêk e û got, tişta ecêb jî ew e ku ji bo peymana di navbera dewlet û şîrketê de hatiye îmzekirin dibêjin "razeke bazirganî" ye. Toker, derbarê naveroka modelê de got: "Li gor wesfa projeyê, di ser dowîzan re garantiyekê didin. Eynî wekî nexweşxaneyên bajaran, ji bo qadên dahatê tînin hin garantiyan didin. Ji bo nexweşxaneyên bajaran garantiya ji bo nexweşan, ji bo rê û pirên nû tên çêkirin garantiya rêwiyan, ji bo wesayîtan garantiya trafîkê tê dayîn. Ev hemû jî bi dolaran tê dayîn. Gava ev hesab tên kirin jî eynî wekî rêjeya enflasyonê ya Amerîkayê tên kirin". 
 
Toker, destnîşan kir ku dewlet bi vê pêkanînê ne kar zirarê dike û got, di projeyên demdirêj ên wekî Qenal Stenbolê dewlet her sal budçeyê vediqetîne. Toker, anî ziman ku li gor peymanên hatine kirin her sal pere didin şîrket û muteahîdan û got, di vir de cemawerî pir dixisire. 
 
ÎQTIDAR TEMENÊ XWE DIRÊJ DIKE 
 
Toker, destnîşan kir ku îqtidar ji bo temenê xwe dirêj bike di projeyên wekî Qenal Stenbolê de israr dike û got: "Înşeat sektoreke lokomotîf e û bi xwe re tesîreke domînoyî li gelek sektorên din jî dike û piyaseyê li ser piya dihêle. Yanî ev rêbaz temenê îqtidarê dirêj dike. Loma israr dikin". 
 
Toker, diyar kir ku ji bo vê projeyê pereyekî mezin lazim e û got, ew nizanin wê îqtidar karibe vî pereyî bide yan na. Her wiha Toker, diyar kir ku niha nediyar e wê kî projeyê çê bike û got, wê di pêşerojê de diyar bibe. 
 
MA / Erdogan Alayûmat