Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê: Dîroka 12 hezar salî di bin avê de dimîne

img

ÊLIH – Tevî hemû hewldan û dijderketina rêxistinên civakî yên sivîl jî hikumetê di ya xwe de israr kir û Bendava Ilisû çêkir. Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê û bajarê qedîm û dîrokî di bin avê de dimîne. 

Di meha tebaxa 2019’an de deriyên Bendava Ilisûyê bi temamî hatin girtin û ava çemê Dîcle û Botanê dest bi pengarê kir. Ava Bendava Ilisûyê gihîşt navçeya qedîm û dîrokî Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salî. Tê payîn ku tevahiya Heskîfê heta meha sibatê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne. 
 
AV GIHÎŞT NAVENDA HESKÎFÊ
 
Bi pingara ava bendavê re nêzî 200 cih û warên girêdayî Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê di bin avê de man. Niha jî av gihîşt Heskîfa dîrokî û gelek şûnwarên dîrokî di bin avê de man. Bi kombûna avê re dê navenda Heskîfa kevn û gelek şûnwarên din ên dîrokî jî di bin avê de bimînin. Wê av bigihîje ber Keleha Heskîfê ku bi betonê bend jê re hatiye çêkirin. 
 
ŞIKEFT Û DAR DI BIN AVÊ DE MAN 
 
Ji niha ve gelek dar û şikeft di bin avê de man. Li hin cihan kûrahiya avê gihîştiye 8 mîtroyan û firehiya wê jî bi qasî 25 metroyan e. 
 
Li Heskîfê hêj cihê ku av negihîştiyê bi makîneyên kar jî hilweşandin dewam dike. 
 
TEMENÊ WÊ 50 SAL E 
 
Li gorî daneyên Hewldana Parastina Heskîfê; ji 289 girikan tenê li 20 girikan erdkolandin pêk hat. Hewldan dibêje temenê bendavê 50 sal e û ji ber vê bendava 50 salî 289 girik, nêzî cih û warên xelkê û herî kêm 100 cûreyên endamîk û cûreyên çûk û sewalên qewmê wan bi tunebûnê re rû bi rû maye dê di bin avê de bimînin. 
 
BI MILYONAN ZINDÎ DÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN
 
Kordînasyona Heskîfê jî dide zanîn ku bi bendavê re dê 289 girik ku dîroka wan qasî Heskîfê ye, 400 kîlometre ekosîstem, bi milyonan zindawer û 200 cih û warên xelkê dê di bin avê de bimînin û tê payîn nêzî 80 hezar însan ji herêmê koç bike. 
 
TEVÎ HEMÛ DIJDERKETINÊ JÎ AKP’Ê BENDAV ÇÊKIR 
 
Tevî hemû îtîraz, parastin, dijderketin û nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîrên herêmê û navnetewî jî hikumeta AKP’ê di ya xwe de israr kir û bendavê çêkir. Bi vî awayî dê Heskîfa ku ji dehan şaristanî, çand, ziman û netew û baweriyan re malovaniyê kiriye di bin avê de bimîne û were fetisandin. 
 
MA / Fethî Balaman