Ekolojîs: An Qanal an jî Stenbol

img
STENBOL - Aktivîstên ekolojiyê, ji bo polîtîkaya ekolojiyê ya îktîdara AKP'ê gotin "feraseta rûxandinê" û destnîşan kirin ku têkoşînên li hemberî vê ferasetê hemû rewa ne. Aktivîstan, ji bo Projeya Qenal Stenbolê gotin divê tercîhek bê kirin: "An qenal an jî Stenbol."  
 
Projeya Qanal Îstanbul a AKP'ê dê bi xwe re talûke û wêrankirinek pir mezin a xwezayê bîne. Dê bi vê projeyê li herêma Marmara û  Derya Reş felaketên mezin pêş bikevin. Tevî ku hemû endezyar vê yekê tînin ziman jî Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) di rapora xwe de vê talûkeyê nabîne û cih nade vê talûkeyê. Berter û nerazibûnên li dijî Kanal Îstanbul didomin. Bi rojan in welatî li pêş Midûriyeta Bajar a Bajarvanî û Derdorê ketine rêzê û li bendê ne ku daxwaznameyê bidin ku ev proje bê betalkirin. Aktîvistên ekolojî û derdorê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev proje dê ji bo ekosistemê felaketê bîne. Ekolojîstan gotin “An Qanal an jî Stenbol." 
 
Aktîvîstê Meclîsa Demokrasiyê ya Kadikoyê Koray Turkay, anî ziman ku şaşe ku projeyê wekî Kanal Îstanbul penase bikin û wiha got: "Ger ku ev proje têkeve meriyetê, dê li Herêma Derya Reş û Marmarayê hevsengiya ekolojiyê ser û bin bibe. Li Tirkiyeyê bi tevlêbûna 96 sazî û rêxistinan roja pencşemê me civînek li dar xist. Di vê civînê de li gorî biryaran me ‘Platforma An Qanal an jî Stenbol" ava kir. Em dê bi vê platformê re li kolanan li dijî vê projeyê gelek xebatan bimeşînin. Em dê dakevin qadan, belavokan belav bikin û standan vekin. Ji bo ev proje betal bibe em ê her xebat û têkoşînê bidin. 
 
‘DÊ PERGALA EKOSÎSTEMÊ HILWEŞE' 
 
Aktîvîstê Ekolojiya Polenê Cemil Aksu jî anî ziman ku eger ev proje têkeve meriyetê dê Fola Terkosê û Bendava Sazlidere dê pûç bibin û wiha got: "Dîsa qadên ava xwezayî yên Buyukçekmece û Terkosê dê winda bibin. Ev proje dê bi xwe re ekosîstemê talan bike û winda bike. Proje li dijî aqilan e. Hem maliyeta wê pir zêde ye, hem jî dê hemû çavkaniyên avê tune bikin. 
 
‘AN QANAL AN JÎ STENBOL' 
 
Aksu, anî ziman ku ji bo proje betal bibe roja pencşema borî civînek li dar xistin û di encama civînê de Koordinasyonek ava kirine. Di rojê pêş de em dê bi vê koordinasyonê re Stenboliyan der barê mijarê de agahdar bikin. Em ê li diji ve yekê têbikoşin. An Qanal an jî Stenbol. 
 
'EV NIQAŞA RANTÊ YE' 
 
Aktîvîstê Pisporê Avhewa û Enerjiyê Onder Alagedik jî anî ziman ku li Stenbolê av bi zorê peyda dibe û wiha got: “Ev proje dê ji bo Stenbolê bibe felaket. Bi rapora ÇED'ê vê yekê dibêjin.  Îqtîdara AKP'ê ji ber ku zerarê dide ekolojiyê dest ji vê projeyê bernade. Ger ku ji ber eloojiyê proje betal kiribûya dê Balafirgeha 3’emîn, Pira 3’emîn ava nekiriya. Ev dê ji bo ekolojiyê facîa be. Arizikirinên di serdema AKP'e de hatine kirin mînaka ve yekê ye. Li vir pir zelal niqaşa rantê tê kirin." 
 
MA / Naci Kaya