Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin

img
DERSÎM - Li Navçeya Plumoriyayê ya Dersînê neçîrvan derketin seyda pezkoviyan. Neçîrvanan li Pilumoriyê pezkoviyek kuştin. 
 
Li Dersimê ji ber baweriya olî ya elewiyan, pezkovî wekî sewalên pîroz tên dîtin û zanîn. Lê li gel vê yekê neçîrvan bi awayekî dizî derdikevin seyda pezkoviyan. Piştî zivistan hat û berf bariya, neçirevanên ku bi dizî neçirvaniyê dikin derketin seyê. Pezkoviyên ji ber şertên zivistanê nikarin zêde tev bigerin, bûn hedefa neçîrvanan. 
 
Li Gundê Kozluca yê Navçeya Plumoriyayê ya Dersînê neçîrvan derketin seyda pezkoviyan. Neçîrvanan li Pilumoriyê pezkoviyek kuştin. 
 
Welatiyan anîn ziman ku ji Çemişgezek heta Geliyê Tagarê û ji Geliyê Sorpiyan heta Elîboxazî pezkovî ketine hedefa neçîrvanan û jiyana wan di xetereyê de ye. Hat diyar kirin ku heta niha li herêma Sorpiyan şivanekî 14 pezkovî kuştine.