Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê

img

ÊLIH – Ava Bendava Ilisûyê ya ku dê bajarê dîrokî Heskîfê daqûrtîne ma 3 kîlometre ku nêzî navenda Heskîfê bibe. 

Piştî ku qapax ango deriyên Bendava Ilisûyê hatin girtin pengara avê da ser 199 cih û warên xelkê yên Mêrdîn, Sêrt û Elihê. Heta niha gelek cih di bin avê de man. Ava bendavê ber bi geliyê Dîcle û Botanê ve pengar dide hemû şûnwar, cih û xweşikiya xwezayê dadiqûrtîne. Pengara ava bendavê nêzî bajarê dîrokî Heskîfê bûye. Her roja ku diçe ava bendavê xwe digihîne navenda Heskîfê. Tê payîn ku ava bendavê heta serê salê bigihîje ber keleha Heskîfê ku bi betonê hatiye talankirin. Li gorî texmînan 3 kîlometre maye ku av bigihîje Heskîfê û vî bajarî dîrokî di bin de were hiştin. 
 
Tê payîn ku dê ava bendavê heta 40 kîlometreyî dirêj bibe û dê bi giştî 10,5 milyar metrekûp av komkirin.