Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire

img
STENBOL - Komeleya Heinrich Böll Stiftung li Stenbolê 9'emîn konferansa aboriyê ya "Pergala Nû ya Kesk" li dar xist. Di konferansê de akademisyen Ahmet Atil Aşici, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên ji bo parastina xwezayê û got: "Tirkiye qirêjiyê ji derve dikire. Pêdivî ji Pergalek Nû ya Kesk heye." 
 
Nûnertiya Komeleya Heinrich Böll Stiftung ya Tirkiyeyê û Komeleya Fikra Kesk, bi awayekî hevpar li Salona Cezayîr ya Beyoglu bi sernavê "Pergala Nû ya Kesk" 9'emîn Konferansa  Aboriya Kesk li dar xist. Rojnameger Pelin Cengiz pêşkêşiya konferansê kir. Akademîsyen Ayşe Uyduranoglu, Ahmet Atil Aşici, Sevil Acar û gelek kesên din amade bûn. Di axaftina vekirinê de Nûnera Komeleya Heinrich Böll Stiftung a Tirkiyeyê û Koordinatora projeyê Menekşe Kizildere axivî. Kizildere, diyar kir ku ji bo guhertina kes, civak û cîhanê divê bingeha niqaşê bê avakirin." 
 
Endamê Komeleya Fikra Kesk Alper Akyuz, jî diyar kir ji bo Perala Nû ya Kesk, pêdivî bi aboriya kesk heye. Akademisyen Sevîl Acar jî li ser guhertina avhewayê û polîtîkayên li dijî avhewayê rawestiya û wiha got: "Xaza Serayêdi sala 2060'an de dê duqat zêde bibe. Ev yek dê aboriyê pir paşve bixe. Dê bi xwere nexweşiyên nû bîne." Di konferansê de akademisyen Ahmet Atil Aşici jî bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên ji bo parastina xwezayê û got: "Tirkiye qirêjiyê ji derve dikire. Pêdivî ji Pergalek Nû ya Kesk heye. Divê tenê em li emisyonan nenerin. Divê tiştên li ser ekolojiyê şopê dihêle jî em di ber çavan re derbas bikin. Divê em hilberîn û serfkirinê biguherînin.