Pêngara bendavê ber bi Heskîfê ve diçe

img

SÊRT - Hat diyarkirin ku pêngava Bendava Ilisûyê heta 40 kîlometreyî dirêj bûye û ji ber vê yekê heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Her wiha tê gotin ku dê Heskîfa dîrokî jî di meha kanûnê de di bin avê de bimîne. 

Wê ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên girêdayî Sêrt, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de bimînin. Heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Ji gundê Germav ê Mêrdînê ve li serranserê bendavê heta 35 kîlometreyan pêngara bendavê dirêj bûye. Tê diyarkirin ku heta niha 600 milyon metrekup av ketiye bendavê û wê miqdara avê heta 10 milyar û nîv metrekup be. 
 
WÊ HESKÎF DI KANÛNÊ DE DI BIN AVÊ DE BIMÎNE 
 
Heta niha gola bendavê 35 kîlometre hatiye çêkirin û hîn jî didome. Tê gotin dirêjahiya gola ku ji sînorên navçeya Misircê heta sînorên Heskîfê 40 kîlometre ye. Her wiha hat diyarkirin ku wê Heskîfa dîrokî di meha Kanûnê de di bin avê de bimîne. 
 
Ji ber gola bendavê rêya gelek gundan hatiye girtin û li hin deveran gihanî bi keştiyê tê kirin. Rêya gundê Kanî Mîrê, Avte Jor û mezrika Gozîkê di bin avê de maye. 
 
Her diçe ava gola bendavê bilind dibe û ji ber vê Tel Fafan ku tê gotin bajarê ewil ê lîmanê yê Mezopotamyayê ye, jî di bin avê de ma. 
 
MA / Metîn Yoksû