Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn

img
AMED - Dadgeha Îdareyê ya Amedê, di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê da. 
 
Komîsyona Bajar û Derdorê ya Baroya Amedê, li dijî biryara Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ku beşeke Kent Ormaniyê ji avakirina avahiyan re vedikir, serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dabû. Baroyê, ji bo rawestandina biryara wezaretê ku beşeke Kent Ormaniyê ku 2.946.060,382 m2 rûpîvana wê heye û "Qada Şîn" ku weke Parqa Bajar tê nasîn ji avakirina avahiyan re vekiribû, serî li 2'emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da. Dadgehê di dozê de biryara rawestandina birêvebirinê da.  
 
Li ser navê komîsyona baroyê parêzer Ozgur Bîçen, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û piştrast kir ku ji aliyê dadgehê ve biryara rawestandina birêvebirinê hatiye dayîn.