Ji bo parastina xwezayê şitil çandin

img

 AMED - Komeleya Xweza û Wêneyan a Dîcleyê li gundê Cirzê ya Navçeya Stewrê bi qasî 10 donim erd 200 şitlên çaman çand.  

 
Rêveber û endamên Komeleya Xweza û Wêneyan a Dîcleyê ku li navçeya Bismila Amedê xebatên xwe li herêmê birêve dibe, li gundê Cirzê yê girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê 200 şitlên çaman çandin. Dar li ser 10 donim qad hatin çandin.
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û aktîvîstên Kulubeya Sporvanên Xweza û Duçerx a Dîbîdosk a Amedê jî, piştevanî dan çandina şitlan. Her wiha gundiyan jî piştevanî da çandinê.
 
Komeleyê diyar kir ku ew ji bo parastina xwezayê dixwazin qadek seyranê û daristanê ji bo gund biafirînin. Komeleyê aşkere kir ku ew ê xebatên ji bo xwedîderketina xwezayê bidomîn in.