Kanên xîzê yên bêdestûr berê Çemê Dîcleyê diguherîn in

img

ŞIRNEX - Kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcle ya Cizîrê ku heya niha ji ber gerînekên avakirin gelek kes xeniqîn û ligel ku destûra wan a xebatê bi dawî bûye jî xebatên xwe dewam dikin û ev jî dibe sedem ku berê çem bê guhertin. 

Kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcle ya Navçeya Cizîr a Şirnexê bi salane rastî bertekan tên, lê ligel vê jî her roja diçe qadên xwe yên xetabê berfireh dikin. Li tevahiya bajêr ji 6’an zêdetir kanên xîzê hene û piraniya wan li navçeya Cîzîr û bajaroka Qesrîkê ya navenda Şirnexê cih digirin. Tenê destûra yek ji van kanên xîzê heye û hemûyên din bê destûr dixetin. Ligel ku destûra kanên xîzê bi dawî bûye jî, xebatên xwe dewam dikin û her ku diçe xebatên xwe zêdetir dikin. Makîneyên kar xîza ku tê derxistin, dibin cihên cuda yên çem datînin.  
 
GERÎNEKÊN HATINE VEKIRIN BÛ SEDAMA GELEK CANÊ MIROVAN 
 
Kanên ku mijara gotinê ne, zirarek mezin didin jiyana zindiyên di avê de. Kanên xîzê hemû şînkahiya derdora çem tune kiriyeû di heman demê de di nava çem de gerînekên mezin vekirin e. 
 
Li cihên ku gerînekên avê hatine vekirin, tenê di du salên dawî de bû sedema xeniqandin 20 zarokan. Zarokên ku xestin xwe hînik bikin ketin avê div an gerînekên avê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gel van hemûyan jî xebata kanan dewam dike û ev xebat nayin rawestandin. Kanên ku ne dibin kontrolê dene, ev demek dest bi guhertina berê çem kirine. Ji ber bendên ku hatine avakirin, berê çem dest bi guhertine kiriye.