Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê Nexşeya Sûcên Bajarê aşkere kir

img
ÎZMÎR - Lijneya Koordinasyona TMMOB'ê ya Îzmirê, rapora “Nexşeya Sûcên Bajarê Îzmirê " li Navenda mîmariyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. 
 
Lijneya Koordinasyona Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Îzmirê, rapora “Nexşeya Sûcên Bajarê Îzmirê " li Navenda mîmariyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Di civîna li navendê pêk hat de Berdevkê Demî yê Koordînasyona Bajar a Îzmirê ya TMMOB'ê Melih Yalçin naveroka nexşeyê bi raya giştî re pave kir.  Yalçin, anî ziman ku sûcê li bajar; hemû cureyên sûcên li ser axê yên ji aliyê mirov ve pêk tên, ên wekî jiyana zindiyan, hevsengiya ekolojik, derdora bi tenduristî ya bajarvaniyê û xerakirin û talankirina li ser der û dorê ye. Yalçin, da zanîn ku di nexşeya ku amade kirine de kaliteya hewayê bandora xwe li ser axa çandiniyê, sewalkalkarî, çavkaniyên avê, cureyên biyolojîk, ekosistem û qadên jiyanê dike. Sedema vê yekê jî ji ber zeviyên cemaweriyê arizî dikin û pêşkêşî kesan dikin. Li ser van zeviyan rant tê meşandin û ev yek bandorê li ser guhertina nexşeyê dike." 
 
Yalçin, destnişan kir ku li Tirkiyeyê di 15 salên dawî de li şûna modela aborî, qadên çandiniyê, peravên avê, daristan û rûbar tev li rantê vekirine û tev hatine talankirin.  Yalçin, destnîşan kir ku di salên dawî de li Îzmirê ji ber ku îmara bajar li gorî plan û nîzamekê nayê avakirin, herdhej û lehiyên ku rû didin bandorek mezin li ser bajar dike û wiha got: "Qadên xwezayî yên li îmarê hatin vekirin ne pêşdîtina AKP’ê ya nifûsa sala 2025'an e.  Guhertina qadên avî û sîtên xwezayî talûkeyên mezin bi xwe re ava dike. Divê rêveberiya herêmî û navendî ji vê yekê re bêje bes e û rawestîne. Dîsa divê welatiyên li bajarên Îzmirê dijîn li nexşeya çandî ya Îzmirê xwedî derkevin. Divê ji vê yekê re bêjin rawest e. 
 
Dikarin nexşeya bajar li ser malpera www.kentsuclari.org bişopînin.