'Heta kapitalizm hebe wê krîza avhewayê bidome'

img

AMED - Ekolojîst Guner Yanliç, diyar kir ku ji ber kapitalizm modela mirovên serfkar pêş dixe, krîza avhewayê pêş dikeve û wiha got: "Heta kapitalizm hebe wê krîza avhewayê jî hebe." 

Di salên dawî de ji ber serfkarî  pêş dikeve û hilberîn kêm dibe, di gelek qadên jiyanê û xwezayê de krîz derdikevin holê. Ji ber pergala kapitalizmê krîza avhewayê jî pêş dikeve. Têkildari talankirin û wêrankirina ekolojiyê û avhewayê Ekolojist Guner Yanliç, diyar kir ku li gorî wan krîza avhewayê tune ye û li şûna wê krîza kapitalizmê heye. Yanliç, da zanîn ku ji bo Kapîtalîzm temenê xwe dirêj bike krizan zêde dike û xwe bi krîzan mezin dike. Yalçin, diyar kir ku ji ber kapitalizm modela mirovên serfkar pêş dixe, krîza avhewayê pêş dikeve û wiha got: "Heta kapitalizm hebe wê krîza avhewayê jî hebe. Ji bo bêtir mêtîngeriyê pêş bixe bi awayekî xapînok piştgiriyê dide daristan, av, ax û çavkaniyan. Ji ber vê yekê pênaseya krîza avhewayê derketiye holê. Li gorî me krîza avhewayê tune ye. kapitalizm ji bo temenê xwe dirêj bike ev pênaseya Krîza Avhewayê pêş xistiye. Ji ber vê yekê heta Kapitalizm hebe wê ev kriza avhewayê jî hebe."