Wê Bendava Ilisû tesîrê li hespên kûvî jî bike

img

ÊLIH – Bendava Ilisûyê ku dê Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî di bin avê de bihêle, dê tesîrê li hespên kûvî yên li herêmê jî bike. 

Wê ji ber Bendava Ilisûyê tevî Heskîfa dîrokî 199 jîngeh jî di bin avê de bimînin. Pispor dibêjin wê ev bendav eko sîstema Geliyê Dîcleyê pir xera bike û wê bibe sedema texrîbatên mezin. Ji giyanewerên li herêmê herî zêde jî wî hespên kûvî tesîrê ji vê texrîbatê bigirin. 
 
Hespên kûvî li seranserê gelî col bi col hene û her roj gava roj hiltê û diçe ava tên ber çem û avê vedixwin.
 
Hespên kûvî ku berê piraniya wan li quntarên Çiyayê Mawayê dijiyan, piştî hêzên dewletê herêm şewitandibû hatibûn li dora Heskîfê bi cih bûbûn.