Ekolojîst Demîr: Bêhn li Bodrûmê hatiye çikandin

img

MÛGLA -  Li Bodrûmê, ji bo tunela ku hat diyarkirin wê 20 kîlometre be, qadeke daristanî ya 5 milyon metrekare dewrî xezîneyê hatiye kirin. Ekolojîst Mîr Bahattîn Demîr, got bêhn li navçeyê hatiye çikandin. 

Li Bodrûma Mûglayê, di 5 salên dawî de gelek înşeat û avahiyên betonî hatin çêkirin û hîn jî tên çêkirin. Ekolojîst Mîr Bahattîn Demîr, bal kişand ser vê rewşa navçeyê û got, peravên wan hemû tên dagirkirin. Her wiha Demîr, da zanîn ku ji bo tuneleke ku hat diyarkirin wê 20 kîlometre be, qadeke daristanî ya 5 milyon metrekare dewrî xezîneyê hatiye kirin. Demîr, got ev ji bo rantê hatiye kirin. 
 
‘ARMANC RANT E' 
 
Demîr, destnîşan kir ku kesên bi israr dixwazin li navçeyê tunelê çê bikin, çav berdane qadeke daristanî ya 5 milyon metrekareyî û got: "Ji ber dixwazin eraziyan talan bikin dixwazin li Bodrûmê tunelên û rêyên hawirdorê çê bikin. Wê tuneleke 20 kîlometreyî bê çêkirin û nediyar e wê hafriyat û molozên ji tunelê bên derxistin li kuderê bên valakirin. Her wiha ji bo rêyan daristan tên qetilkirin. Ev rê ji bo rantê tên çêkirin. Pêdiviya Bodrûmê bi vê tunelê tuneye. Em dibînin tên kifşê, lê em vê yekê qebûl nakin. Em ê nehêlin ku Bodrûm bê pêşkeşkirin. Tirkiye di sala 1992'yan de şertê xweseriyê yê rêveberiyên herêmî ya Ewropayê îmze kiriye." 
 
‘BÊHN LI NAVÇEYÊ HATIYE ÇIKANDIN' 
 
Demîr, destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî jî ji bo van mijaran pir baş tev nagerin û got, pirsgirêkên herî biçûk jî nehatine çareserkirin. Demîr, bilêv kir ku hîn jî nizanin ka ji bo çi tunel tê çêkirin û got: "Li cihê ku dê tunel lê bê çêkirin qadeke daristanî ya nêzî 5 milyon û nîv metrekareyî heye. Ev yek şik û gumanên me zêde dikin. Tu tunel û tu rê nikare pirsgirêka trafîkê ya Bodrûmê çareser bike. Em dikarin bi revîzekirina rêyên heyî vê pirsgirêkê çareser bikin. Li Bodrûmê pir zêde înşeat û tiştên betonî tên çêkirin. Giraveke biçûk ku nifûsa wê 170 hezar e, 172 hezar avahiyên wê hene. Bi destûra Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê hin qanûn hatin çêkirin. Bi çêkirina înşeatên mezin hema bêje bêhn li navçeyê hatiye çikandin." 
 
MA / Esra Solin Dal