Li Gedizê masî dimirin

img

ÎZMÎR - Berdevkê Platforma Çand û Derdorê ya Foça Bahadir Dogruturk, diyar kir ku li hewzeya Gedîzê di hefteyek dawî de masî zêde dimirin û wiha got: "Divê bi lez tedbîr bên girtin. Ger tedbîr neyên girtin, îro masî dimirin sibê wê mirov bimirin." 

 
Li hewzeya Gedizê di demên dawî de zêde masî dimirin. Li Taxên Geren û Bagarasi yên Foça, di qenalên avê yên diçin ser zeviyê çandiniyê di hefteyek dawî de zêde masî dimirin. Di serî de masiyên sazan û gelek cureyên masiyên ava şêrîn dimirin. Li herêma ku mirina masiyan zêde bûye, firengî, pembû, ispanak û zerzewatên din tên çandin. Ji ber vê yekê fikarên rençber û çotkaran jî zêde bûye. Hat diyar kirin ku Wezareta Derdor û Bajarvaniyê dest bi lekolînê kiriye. 
Berdevkê Platforma Çand û Derdorê ya Foça Bahadir Dogruturk, diyar kir ku li hewzeya Gedîzê di hefteyek dawî de masî zêde dimirin û wiha got: "Divê bi lez tedbîr bên girtin. Ger tedbîr neyên girtin, îro masî dimirin sibê wê mirov bimirin. Çemê Gedizê di axa Kutahya, Uşak, Manisa û Îzmirê re tê û derbasî peravên Bahra Foça dibe."  Dogruturk, anî ziman ku ji ber xebatên pîşesaziyê (Sanayî) bajar zêde qirêj dibe ava çemê Gedîzê jî ji ber pirsgirêkên demdirêj dibe sedema mirina masiyan. Di hefteya dawî de ava çemê Gedîzê reş diherike. Dibe ku bi taybetî jî tiştek tev li ava kiribin. Dive bi lezgîn tedbir bên girtin. 
 
MA / Esra Solîn Dal