Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!

img

ÊLIH - Welatiyên ku dê ji ber Bendava Ilisûyê gundên wan di bin avê de bimînin, diyar kirin ku bav û kalên wan ji bo avê hatine Dîcleyê û gotin, niha jî ji ber avê bê mal û war dimînin. 

 
Li gorî daxuyaniya walîtiyê di 8'ê Cotmehê de hemû têketin û ketina Heskîfê bê qedexekirin. Ji ber bendava Ilisûyê wê gelek gund jî di bin avê de bimînin. Yek ji van gunda jî gundê Zêriyê ye. Şêniyên gund nizanin dê bi ku ve biçin. 
 
Şêniyên gund Osman Eren, diyar dike ku wê 30 donim erdê wî jî di bin avê de bimîne. Eren, anî ziman ku bav û kalên wan ji bo avê hatine qerxa Dîcleyê û got: "Ji ber avê em hatin van deran, lê niha jî ji ber avê wê me ji gund derxînin." Eren, destnîşan kir ku kes naxwaze biçe ûg ot: "Dewletê du kîlometre dûrî gund erdek tahsîsî me kir û xwest em xaniyên xwe li wir çê bikin. Lê ji bo xanî ne pereyê me heye ne jî quweta me têrê dike. Em perîşan bûne. Em nizanin em ê çi bikin." 
 
'EM HATIN MEXDÛRKIRIN' 
 
Haydar Ari (47) ku ji Dîcleyê masiyan zevt dike jî got: "Berê masî pir bûn. Niha ji bo em masiyan zevt bikin em torê davêjin. Masî kêm bûne û pirî caran em zevt nakin." Ari, bilêv kir ku wê ji ber bendavê Dîcle bimire û got, ew naxwazin bendav bê çêkirin. Ari, destnîşan kir ku ew bi her awayî hatine mexdûrkirin û niha nizanin dê çi bikin. 
 
'JI BO AVÊ EM HATIN' 
 
Sabrî Eren jî anî ziman ku bav û kalên wan ji ber avê hatine ber Dîcleyê û got: "Ne tenê em, mirovahî hemû av li ku bûya diçû wir. Ev yek beriya Hz. Îsa jî wiha bû. Niha jî wisa ye. Wê sibê jî wiha be. Lê niha av tê û ji ber avê wê me ji warê me derxînin. Dev jê berdin, av çaw dixwaze bila wiha biherike." Eren, destnîşan kir ku xaniyên wan jî ji wan stendine û got: "Madem xanî jî ji me stendin, nexwe bila ji me re xaniyan çê bikin." 
 
MA / Metin Yoksu