Warê bêhnvedanê: Ava Spî

img

MÊRDÎN - Li Mêrdînê yek ji deverên ku herî zêde turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didinê Ava Spî ye. Welatiyên diçin Ava Spî, bilêv dikin ku ew bêhna xwe vedidin û stresa wan kêm dibe. 

Li Mêrdîna dîrokî, ji xeynî warn dîrokî gelek deverên xwezayî jî hene ku turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didin wan. Yek ji van deveran jî Ava Spî ye ku di navbera Midyad û Nisêbînê de ye. Gava welatiyên ji bo betlaneyê tên bajêr berê didin Ava Spî û bêhna xwe vedidin. Welatiyên ku tên vê derê dibêjin bi Ava Spî bêhna wan dertê û stresa wan kêm dibe.