‘Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin'

img

ÇANAKKALE – Parêzvanên jiyana xwezayî ku bertek nîşanî xebatên texrîbkirinê yên li Çiyayên Qazî dan, destnîşan kirin ku divê ji Heskîfê heta Çiyayên Qazî pira piştevaniyê bê avakirin. 

"Nobeta Av û Wijdanê" ya li Çiyayên Qazê li dijî texrîbkirina xwezayê didome. Parêzvanên jiyana xwezayî ku bertek nîşanî xebatên texrîbkirinê yên li Çiyayên Qazî dan, destnîşan kirin ku divê ji Heskîfê heta Çiyayên Qazî pira piştevaniyê bê avakirin. 
 
Çalakgerê nobetê Hayrî Potûrlar, bilêv kir ku texrîbatên ekolojîk tenê ne li Çiyayên Qazî li gelek deverên Tirkiyeyê tên kirin û îktîdar zewqê ji van texrîbatan digire. Potûrlar, got: "Wê ev pergala rûxandinê, wê ev pergala talankirinê wisa nedome. Dawiya her tiştî heye û wê dawiya van kesan jî bê. Li Tirkiyeyê tenê ne di warê ekolojîk de, di warê siyasî de jî şerekî mezin heye. Îktîdarê îmha û înakr daye ber xwe. Ev yek li tevahiay Tirkiyeyê tê dîtin. Girtîgeh tije bûne. Rewşenbîr, rojnamevan, parlementer, şaredar tên girtin. Bi vê talan û rûxandinê pesnê xwe didin." Her wiha Potûrlar, destnîşan kir ku divê hesasiyeta ji bo Çiyayên Qazê tê nîşandan, ji bo Gola Saldayê, Heskîfê û deverên din jî bê nîşandan. 
 
‘JI HESKÎFÊ HETA ÇIYAYÊN QAZÎ PIRA PIŞTEVANIYÊ' 
 
Haydar Şîmşîr ku ji bo piştevaniyê hatiye qada nobetê, bilêv kir ku divê hîn bêtir mirov bên vira û talan hatiye kirin bibînin. Şîmşîr, destnîşan kir ku her çend niha ÇiyayêN Qazê bûbe sembol jî, lê belê li gelek deverên Tirkiyeyê heman talan didome û got: "Li Heskîfa dîrokî jî heman tişt tê kirin. Divê heman hesasiyet ji bo Heskîfê jî bê nîşandan. Ji Heskîfê heta Çiyayên Qazê divê pira piştevaniyê bê avakirin." 
 
Şanoger Alî Yalçin jî got: "Em şanoger heta niha me tim xwestiye em bibin dengê gel. Loma niha em li vira ne. Dil û mêjiyê min naxwaze ev der bên qetilkirin. Eger em dixwazin em ji bo zarok û enviyên xwe pêşerojeke baş bihêlin divê em li dijî vê rûxandinê derkevin. Her kesî ÇiyayêN Qazê bihîst. Kesên dibêjin em mirov in divê li dijî van pêkanînan derkevin." 
 
‘NÎJAD Û NETEWEYA XWEZAYÊ TUNE YE' 
 
Şanoger Gulşen Oskan Ûlûskan jî ku got "nîjad û neteweya xwezayê tune ye", got: "Xweza ji bo mirovan jiyan e. Nefes û henaseya mirova ye. Gava bê qetilkirin jiyan radiweste. Aramnac me rawestandina van qetlîama ye." 
 
Gul Moralî jî anî ziman ku ew ê her tim li dijî qelîamin xwezayê derkevin û bang li her kesî kir: "Ji bo em av û hewayeke paqij ji zarokên xwe re bihêlin, em çiya, gir, kulîlk û kêzikan biparêzin." 
 
MA / Bariş Ceyhan