Çalakiya nobeta li Çiyayê Kazê di roja 43’yemîn de ye

img
ÇANAKKALE –  “Nobeta Av û Wîjdan” a li dijî talankirina Çiyayê Kazê ku ji aliyê şêniyên herêmê ve hatibû destpêkirin di roja 43’yemîn de ye. 
 
Şêniyên herêma Çiyayê Kazê û parêzvanê xwezayê ku li dijî projeya derxistina zêr li herêma Balaban “Nobeta Av û Wîjdan” dabûn destpêkirin di roja 43’yemîn de dewam dke. Îro gelek kes çûn cihê çalakiyê piştevaniyê dan çalakgeran. Kesên çûn serdanê derbarê herêmê de agahî ji çalakvanan wergirtin. Li ser sekinandina xebata projeyê nîqaş hatin birêvebirin. 
 
Çalakger wek her roj îro jî heta deriyê şantiyeya şirketê meşiyan û bi berzkirina dirûşman bertekên xwe nîşan dan. Çalakger piştî demekê dîsa vegeriyan cihê nobeta xwe.