'Qirêjiya Çemê Mûnzûrê dê rê li ber felaketên mezin veke’

img

DERSIM – Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya ya Dersimê Bariş Yildirim hişyarî da heke demildest ji bo ava kanalîzasyonê ya diherike Çemê Mûnzûrê tedbîr neyên girtin dê bibe sedema mirina komî ya pezkovîyan û dê rê li ber felaketên mezin veke. 

 
Ji ber ku li navçeya Pulurê ya Dersimê tesîsa parzînê nîne hemû aravên kanalîzasyonê diherikin Çemê Mûnzûrê. Ava çem qirêjî dike û rê li ber zirarê vedike. Berdevkê Hewldana Parastina Mîrateya Çandî û Xwezaya ya Dersimê Bariş Yildirim têkildarî zirara pêk tê û ji bo tedbîr bên girtin ji ajansa me re axivî. 
 
'KALÎTEYA AVÊ XERA DIKE’ 
 
Yildirim anî ziman ku nirxê çavkaniya bingehîn a Parka Millî ya Geliyê Mûnzûrê ku li sînorên navçeya Pulurê ye Mûnzûr e û li herêmê tu tesîsên parzînê yên aravê beralî bikin nîne û ji ber vê yekê arav diherike Çemê Mûnzûrê. Yildirim got arav asta oksîjena avê dadiîne û rê li ber xerabûna kalîteya avê vedike. 
 
'ARAV DIHERIKE MÛNZÛRÊ’ 
 
Yildirim da zanîn ku li navçeya Pulurê tu tesîsên parzînê tune ne û ji ber ev herêm malovaniya bi sed hezaran mirovên tên seyranê dike tesîsa parzînê hewcedariya sereke ye. Yildirim diyar kir ku ji ber mirovên tên seyranê gelemşeyê li wir dihêlin û ji ber tesîsa parzînê nîne rasterast tevlî Çemê Munzûrê dibe. 
 
'BUTÇEYA ŞAREDARIYÊ KÊM E’ 
 
Yildirim anî ziman ku ji ber butçeya Şaredariya Pulurê kêm e nikare tesîsa parzînê çêbike û di vî warî de pêwîste hemû sazî û dezgehên hestiyar piştevaniyê bidin şaredariya Pulurê. 
 
'WÊ RÊ LI BER MIRINA PEZKOVIYAN VEKE’ 
 
Yildirim destnîşan kir ku bi xerabûna kalîteya avê re dê rê li ber tunebûna masiyan jî veke û got: “Her wiha gelek cûreyên çûkan ku avê ji çem vedixwin dê bimirin. Her wiha dê ev ava qirêj dibe rê li ber mirina komî ya pezkoviyan jî veke. Me mînaka vê yekê di 2017’an de li Pilemûriyê dît. Ji ber gelemşe û arav tevli ava çem bibû, pezkoviyan vexwaribû û miribûn. Her wiha dê bandorê li ser jiyana sewalên biyanî jî bike. Heke tedbîr ji bo vê yekê neyên girtin dê jiyana sewalên biyanî bikeve bin xetereyek mezin.” 
 
'WÊ BANDORÊ LI SER TENDURISTIYA MIROVAN BIKE’ 
 
Yildirim diyar kir ku qirêjkirina ava Çemê Mûnzûrê dê tenê ne li ser jiyana sewalan bike her wiha dê bandorek neyînî li ser jiyana mirovan jî bike û wiha got: “Mirov hem ji bo çandiniyê sûdê ji avê werdigirin û hem jî mirov diçin xwe têde dişon. Ji ber xerabûna kalîteya avê dibe rê li ber enfeksiyonê û nexweşînên din veke. Ji ber vê yekê divê demildest tedbîr bê girtin.” 
 
'DÊ FELAKETÊ BI XWE RE BÎNE’ 
 
Yildirim got heke gav ji bo tedbîrên parastina Çemê Mûnzûrê neyên avêtin dê felaketên mezin bi xwe re bîne û berpirsiyarî ya her kesî ye. 
 
MA / Semra Turan