Cendirmeyan Welatiyên li dijî JES'ê li ber xwe didin dorpêç kirin

img

MANÎSA - Cendirme û polîsan, welatiyên Taxa Hacibektaşli yên li dijî JES'ên li Navçeya Salîhli tên avakirin li ber xwe didin, dorpêç kirin. 

Li navçeya Salihli ya Manîsayê Şîrketa SANKO Enerjî dixwaze Santrala Elektrîka Jeotermal (JES) ava bike. Welatiyên taxa Hacibektaşli yên Navçeya Salihli, li djî avakirina JES'ê nobetê digirin. Welatiyên Hacibektaşli yên li dijî avakirina ketin nava têkoşînê diyar kirin ku li ser 75 hezar û 874 metrekare dixwazin JES'ê ava bikin û ew destûr nadin vê yekê. Piştî welatî ketin nava çalakiyê, esker û cendirmeyan bi maşîneyên zirxî welatî dorpêç kirin. 
 
Rojên borî şîrketa SANKO Enerjî, bi 40 TIR'ên ku konteynir bar kiribûn, derbasî qada înşateê bûbûn. Welatiyên Hacibektaşli yên xwestibûn TIR’an asteng bikin ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn binçavkirin.