Ji bo Heskîfê roja çalakiya kurevî îlan kir

img
ÊLIH - Koordînasyona Heskifê, 14'ê Îlonê Ji bo Heskifê roja çalakiyên kurevî îlan kir û xwest her kes ji bo Heskifê û Geliyê Dicleyê têkevin nava liv û tevgerê. 
 
Şîrketên bazirganiyê dixwazin bi Bendava Ilısu bajarê 12 hezar sal ê çand û dîrokê Heskifê di bin avê de bihêlin. Heskif wê di 8'ê Cotmehê de ketin û derketina wê bê girtin û têxin bin çemberê. Koordinasyona Heskifê Roja 14'ê Îlonê wekî roja çalakiyan îlan kir. Koordînasyonê ji bo "Roja Çalakiyan a Ji bo Heskifê Tiştekî bike-Bêje-Xêzbike" bang li her kesî kir ku ji bo Heskifê tiştekî bikin. Koordinasyonê anî ziman ku Heskif di ser hemû nasnameyan re ye û wiha got: "Teqez ji bo Heskifê tiştekî em bikin heye. Her kes dikare li cihê xwe ji bo Heskifê tiştekî bike. Divê her kes ji bo Heskifê têkeve nava liv û tevgerê."