'Ji bo axa me ji neviyên me re bimîne em ê têbikoşin'

img
BALIKESÎR - Şêniyên gundên li quntara Çiyayên Kazê jî li dijî komkujiya xwezayê ne. Gundyan, bilêv kir ku ew dixwazin vê xakê ji neviyên xwe re bihêlin. 
 
Li Çiyayên Kazê şîrketa kanadayî Alamos Gold, ji bo xebatên lêgerîna zêran bi hezaran dar jêkirin. Li dijî vê qirkirina xwezayê di 26'ê Tîrmehê de "Nobeta Av û Wijdanê" dest pê kir û hîn jî ev çalakî didome. şêniyên gundê Alazli û Karaîbrahîmler ku li quntara Çiyayên Kazî ne, li dijî lêgerîna zêran a bi siyanurê ne. 
 
Fatma Bozkûrt (69) ku ji gundê Alazliyê ye, naxwaze biyanî li gundên wan li zêran bigerin. Bozkûrt, bilêv kir ku di dema berhevkirina gûzan de zarokên wê tên gund û got: "Diya min dara zeytûnê ya li baxçeyê min çandibû. Ev mîrateya wan e ji bo me maye. Xiyala min ew e ku ev dara gûzê ya ji diya min maye ji neviyên min re bimîne û dema bên vê malê karibin gûzan berhev bikin. Mala me, baxçeyê me û xwezaya me ji bo me pir biqîmet in. Loma divê her kes xwedî li Çiyayên Kazê derkeve." 
 
‘BILA AVA ME JEHRÎ NEKIN' 
 
Bozkûrt, bilêv kir ku gundiyên wan bi sewalvanî û çandiniyê debara xwe dikin. Bozkûrt, diyar kir ku havîna ew çîlek û zeytûnan diçînin, lê belê ji ber qirkirina xwezayê û santralên termîk her diçe bera wan kêm dibe. Bozkûrt, got: "Êdî bila ava me jehrî nekin û çav bernedin axa me. Êdî bes e. Wexta li vira santralên termîkê çêkirin ji kesî nepirsîn. Em naxwazin li gundê me madenan derxînin û em ê nehêlin." 
 
Îbrahîm Avci (58) ku ji gundê Karaîbrahîmler e jî ew naxwazin li gundê wan bi siyanurê zêr bên derxistin. 
 
‘EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN' 
 
Avci, got: "Herêma Çanakkaleyê ji Gonenê heta Ezîneyê li ser xeta fayê ye. Xeta fayê jî di cihekî pir nêz re derbas dibe. Eger erdhejek çêbibe wê qelş li hewzên siyanurê bikeve û wê ev bibe sedema qirêjbûna avê. Eger siyanur tev li hewayê bibe wê bibe sedema qirêjbûna qadên çandiniyê. Her wiha wê ava bin erdê jî jehrî bibe." 
 
Avci, bilêv kir ku ger çandinî nemîne wê gundî birçî bimînin û loma divê her kes li dijî vê yekê derkeve. 
 
MA / Esra Solin Dal