Komkujiya li Çiyayê Kazê 21 sal in didome: Niha jî dor a Çiyayê Agiyê ye

img

BALIKESİR - Projeyên li Çiyayên Kazê û derdora wê dibin sedema qetilkirina xwezayê, ji sala 1998'an ve didomin. Li herêmê niha 29 projeyên madenê yên biruxset hene. Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Îdayê Ekrem Akgul, got piştî Çiyayê Kazê wê dor bê Çiyayê Agiyê. 

Li Çiyayê Kazê qetilkirina xwezayê ya bi destê şîrketa Kanadayî Alamos Goldê didome. Her wiha çalakiyên li dijî vê qetlkirinê dest pê kirin jî ji 26'ê Tîrmehê ve didomin. 
 
Qetilkirina xwezayê ya li Çiyayê Kazê, di sala 1998'an de li navçeya Çan a Çanakkaleyê bi avakirina Santrala Termîkê ya 18'ê Adarê dest pê kir. Li gorî tiştên pirspor dibêjin, kukurtoksîta ji santralan dertê berbelav dibe. Niha jî 2 li Çanê 5 santralên termîkê bi awayekî çalak dixebitin. Di sala 2004'an de jî li derdora gundê Şahînlî û Kocabaşlar ê navçeya Lapsekî ya Çanakkaleyê Projeya Madena Zêr û Zîvan a Lapsekiyê hat avakirin. Ji xeynî evana li Çiyayê Kazê û derdora wê 30 projeyên madenê yên din ku dê bibin sedema qetilkirina xwezayê hene. 
 
DOR TÊ ÇIYAYÊ AGIYÊ
 
Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Îdayê Ekrem Akgul, bilêv kir ku Şîrketa Alamos Goldê, li Çiyayê Kazê ewilî 200 hezar dar jê kirine û got: "Tepê Balabanê, li dor 575 metreyî ye. Di hundurê wê de tevî 26 milyon ton zîv zêr di xwe de dihebîne. Heta bigihên wir wê 46 milyon ton kubajê yanî kolandinê bikin. Wê çiya biteqînin û wê ji bînê wê jî zinarê bicewher ê 26 milyon ton e derxînin. Piştî şikandina zinêr wê bi siyanurê bişon. Piştî şûştinê jî wê tiştê ji cewher mayî bavêjin koncalan. Li vî tepeyî 514 hezar ons zêr heye." 
 
Akgul, bilêv kir ku projeya sereke ya vê şîrketa navbirî Çiyayê Agiyê ye û got: "Bilindahiya Çiyayê Agiyê 960 metre ye û çiyayekî dirêj e. Li vira jî milyon û 150 hezar ons hatiye tespîtkirin. Raporên ÇED'ê yên vê projeyê jî temam bûne. Niha ketine Balabanê. Ev der şêmûg e. Eger vir abiqedînin wê bi temamî rê li ber wan vebe. Heta niha darên hatine jêkirin ji 20 paran pareke darên dê bên jêkirin. Tenê di destê vê şîrketê de qadeke 34 hezar û 500 dekar heye û 98 ji sedî yê vê qadê daristan e. Hîn wê 4 milyon darên din jî jê bikin." 
 
Akgul, bilêv kir ku bi salan e li dijî qetilkirina xwezayê têdikoşin û got: "Ji bo parastina Çiyayê Kazê em 70 dozî dişopînin. Kesên qet li Çanakkaleyê nemane û wê nemînin jî der barê pêşeroja mirovan de biryaran digirin." Akgul, destnîşan kir ku li ser maseyê bi îmzeyekê pêşeroja 200 hezar mirovî tê diyarkirin û got: "Tişta em îtiraz dikin jî ev e. Niha têkoşîna me têkoşîna av û wijdanê ye. Em ê li her derî bitêkoşin." 
 
MA / Zemo Aggoz