Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe

img

BALIKESÎR - Welatiya Kaliforniyayî Air Hava ku hat tev li Nobeta Av û Wîcdan a li dijî talankirina xwezayê bû, diyar kir ku piştî hat tev li çalakiya Çiyayê Kazê bû fêr bûye ku Heskif û Mûnzûr jî tê talankirin û xwest talankirin û wêrankirina xwezayê û ekolojiyê bi dawî bibe. Hava ji bo cîhanê edalet û aştî xwest. 

 
Nobeta Av û Wîcdan a li Çiyayê Kazê li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê û li dijî Şîrketa Alamos Gold a Kanadayî di roja 24'an de berdewam dike. Heta neha nêzî 200 hezar dar hatin birîn û xweza talan kirin. Nobeta Av û Wîcdan li dijî talankirinê di roja 24’an de didome. Gelê herêmê û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li nobetê dibin. Dîsa gelek aktîvîstên ekolojî û xwezaparêz ji dervê welat jî tên tev li çalakiyê dibin. Yek ji van ekolojîst û aktîvîstên derdorê welatiya Kaliforniya Air Hava ye. Aîr Hava cîhanê wekî mala xwe dibîne. Hava diyar kir ku li ku dibe bila bibe ger ku talankirin û wêrankirina xwezayê hebe wê li dijî wê derkeve û dengê xwe bilind bike. Aîr Hava, anî ziman ku li Kaliforniya û Bakurê Emerîka bi salan ekolojî hat talankirin û wêrankirin û wiha got: "Parastina ekolojîyê berpirsiyariyek e. Ji ber vê yekê hatim beşdarî vê nobetê bûm. Ez hatim Îzmirê min bihîst ku li dijî talankirina Çiyayê Kazê têkoşinek tê dayîn. Ez li gelek welat û bajarê cîhanê geriyam. Ez diçim ku li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê tev li çalakiyan dibim. Têkoşina li dijî talankirina Çiyayê Kazê gelek girîng e. Çi karê Şîrketa Kanadayî li vir heye. Amarika Bakur gelek welatên cîhanê dagir dike û metîngeriyê dike. Ez li dijî mêtîngerî û emperyalizmê me."  
 
'DIVÊ EM BI HEVRE TÊBIKOŞIN' 
 
Hava, anî ziman ku piştî hat Çiyayê Kazê fêr bû ku li Mûnzûr û Heskifê jî xweza talan û wêran dibe û wiha axivî: "Min Mûnzûr û Heskif li nexyenên li vir hatine daliqandin fêr bûm. Ez planên rojane dikim. Lê dibe ku ji vir derbasî Heskîf û Mûnzûrê bibim. Ez dixwazim biçim hemû cihê ku komkujiya xwezayê lê heye ziyaret bikim û tev li çalakiyan bibim. Ez neçim jî dilê min li gel xwezaparêzan e. Ez çalakiya wan û têkoşîna wan destek dikim. Ez bang li hemû cîhanê dikim ku dawî li vê talankirin û wêrankirina xwezayê bînin. Ji bo cîhanek xweş û bi tenduristî em bi hevre têbikoşin. Em cîhanek bi aştî û edalet dixwazin." 
 
MA / Zemo Aggoz – Esra Solîn Dal