Hunermendên li Çiyayên Kazê: Zimanê hemû berxwedanan hevpare

img

BALIKESÎR - Şanoger Alî Yildirim û yek ji navdarên gîtara akustik Alî Deniz Kardelen ên beşdarî ‘Nobeta Av û Wijdanê’ ya li Çiyayên Kazê bûn, diyar kirin ku berxwedan û huner ji hev ne cudane û gotin: “Hemû berxwedan zimanekê hevpar ava dikin.” 

 
Nobeta Av û Wijdanê ya li dijî qirkirina dar û xwezayê di 26’ê Tîrmehê de li Çiyayê Kazê dest pê kir, di roja 23’yemîn berdewam dike. Her roj ji cih û derên cuda yên welat, ligel rêxistinên civaka sivîl, hunermend û şanoger bi armanca piştgirî dayîna nobetê, beşdarî çalakiyê dibin. 
 
Şanoger Alî Yildirim û yek ji navdarên gîtara akustik Alî Deniz Kardelen ên beşdarî ‘Nobeta Av û Wijdanê’ ya li Çiyayên Kazê bûn, diyar kirin ku berxwedan û huner ji hev ne cudane û gotin: “Hemû berxwedan zimanekê hevpar ava dikin.”
 
KOMKUJIYA MIROV Û XWEZAYÊ 
 
Şanoger Alî Yildirim, anî ziman ku ji bo bibe dengekê berxwedana Çiyayên Kazê ji Esenyûrta Stenbolê hatiye û wiha axivî: “Li kî dera welat dibe bila bibe, em li dijî jenosît, komkujiya mirov û xwezayê ne. Cîhan aîdê hemû zindiyane. Em li dijî feraseta kapîtalîzmê ya vê tune dikeye. Berî 20 rojan min derbarê Heskîfê de, xebat bi rêve bir.  Divê destûr neyê dayîn ku mîrateya çanda cîhanê ya 12 hezar sal ji holê bê rakirin. Ez li wê derê bûm Heskîf û ez li vê derê bûm Çiyayên Kazê. Ez li vê derê xwe weke parçeyekê daran hîs dikim. Ez di wê baweriyê de me ku divê em li hemberî sûçên li dijî mirovahiyê derkevin.” 
 
ZIMANÊ HEVPAR Ê BERXWEDANÊ
 
Yıldırım, da zanîn ku ger 1400 sal berê berxwedana Şex Bedrettîn bi ser biketa, wê teknolojiya pêşketî ya cîhanê li wî welatî bûya û wiha got: “Çelebî Mehmet bû desthilatdar. Nirxên hevpar ên dîroka mirovahiyê ya li ser vê axê pêş ketî tune kirin û civak kirin Erep. Têkoşîna Şêx Bedrettîn di wan daristanan de berdewam dike. Di wan daristanan de têkoşîna hevpar a gelan hebû. Cih û war ji bo berxwedanê ne girînge. A girîng ziman û nêzîkatiyên hevpar ên berxwedanê ne. Hem berxwedan dişibîn hev. Zimanê hemû berxwedanan hevpare.”
 
‘DIVÊ HUNERMEND BÊDENG NEMÎNIN’
 
Alî Denîz Kardelen ê bi straên xwe  yên akustik piştgiriyê dide çalakgeran jî, diyar  kir ku ew ji Çanakkaleye û wiha axivî: “Çiyayên Kazê ji bo min pir bi watene. Di rewşên wiha de divê hûnermend bêdeng nemînin. Ez di wê hêviyê deme dinava van şert û mercên xerab de, wê hunerek nû pêş bikeve.” 
 
'EM HEVKARAN DERBIXIN HOLÊ’
 
Kardelen, anî ziman ku dinava xwezayê de bîrkariyek heye û wiha bilêv kir: “Ev bandorê li ser hunerê dike. Bandora xwezayê ya li ser hunerê pir zêde heye. Ez muzîka akustik çêdikim. Muzîka akustik, mîna mêzekirina darekê ye. Weke ku mirov li axê binêreye û dengên xwezayî biafirîne be. Ax û erdnîgariya Tirkiyeyê pêşkêşî welatên biyanî hatiye kirin û tên firotin. Ev welat, axa mirovên dixwazin hevpar bijîne. Ne tenê divê Kanadayî biçin, di heman demê de divê em hevkarên wan jî derbixin holê. Ev çalakî wê deng vede.” 
 
MA / Esra Solîn Dal - Zemo Aggoz