Baroya Îzmîrê ji bo Çiyayaên Kaz ji Kanadayê re name şand

img

ÎZMÎR - Rêveberiya Baroya Îzmîrê, ji bo Çiyayên Kazê, ji Serokwezîrê Kanada Jûnstîn Trûdeaû û baroyên wê re name şandin. 

 
Rêveberiya Baroya Îzmîrê, ji bo bi hevre li dijî şirketa Alamos madenvanî ya menşeî ya Kanada ya li Çiyayê Kazê têbikoşin, ji Serokwezîrê Kanada Junstîn Trudeau û baroyan re name şandin. Baroyê derbarê nameya şand de daxuyaniyek nivîskî weşande û wiha got: “Em dixwazin Kanada û Tirkiye dijî komkujiya xwezayê ya li Çiyayê Kazê, têkoşîna hiqûqî ya hevpar bi rêve bibin. Ji bo vê em bang dikin. Ji bo vê me name ji Serokwezîrê Kanada Junsîn Trûdeaû, Baroya Kanada, Baroya  Ontarîol, Baroya  Quebec, Rêxistina Parêzerên Toronto, Baroya Ottawa, Baroya Montreal, Rêxistina Mafê Derdorê  ya Kanada, Rêxistina Parêzerên Kanadayî ya ji bo Mafê Mirovan û nûnerên partiyên siyasî re şandin.” 
 
Baroya di nameya şand de wiha got: “Rayedarên hêja. Weke ku hûn dizanîn, Şirketek Kanadayî Alamos Zêrvanî A.Ş. li herêma Çiyayên Kaqê ya dike rojavahiyê Tirkiyeyê, li sê qadên cuda dest bi lêgeîna  madenê kiriye. Şirketa Alamos bi piştgiriya hikumeta navendê vî karê xwe berdewam dike. Ligel ku pêvajoya hiqûqî nehatiye temam kirin jî, xebatên lêgerîna madene dewam dikin. Ji bo şermezarkirina madene mirovan li Çiyayên Kazê dest bi çalalkiya  Nobetê ya Av û Wijdanê kirin.  
 
Em ji we dixwazin ku hûn piştgiriyê bidin têkoşîna me ya hiqûqî û derdorê. Li ser vî esasî em dixwazin di demek nêz de hevdîtin bikin û li gorî vê tevgerin.”