Li dijî santrala termikê serî li AYM'ê dan

img

ÎZMÎR - Komeleya EGEÇEP û 43 welatiyan li dijî tesîsên petrokimya, fabrîqeyên hesin û çelîk û tesisa keştî û santralên termîkê yên li Alîaga tên avakirin û hewayê qirêj dikin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. 

Li Navçeya Alîaga ya Îzmirê li Pîşesaziya Hesin û Çelîk û Santrala Termîkê ya Eneriya Îzmirê, ji ber sesîzên tên avakirin hewa qirêj dikin. Platforma Çand û Derdorê ya Egeyê (EGEÇEP) bi dehan caran ji bo rawestandina fabrîqe û tesîsan serî li dadgehê da lê encam bi dest nexist. EGEÇEP'ê û 43 welatiyan vê carê li dijî avakirina fabrîqe û tesîsên ku hewayê qirêj dikin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. Nûnerên EGEÇEP'ê Alime Mitap Husnu Dilli, bi awayekî nivîskî daxuyanî parve kirin û diyar kir ku EGEÇEP û 43 welatiyan bi rêya parêzer Arif Ali Cangî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane.