Li Çiyayên Kazê 8 gund: Heskîf, Mûnzûr, Fatsa, Salda…

img

BALIKKESÎR - Li Çiyayên Kazê, çalakgerên 19 rojin li dijî komkujiya xwezayê li ber xwe didin, bi biryarin ku bi şirketên madenê gav paşve bidin avêtin. Kesên ji bo Nobeta Av û Wijdanê, yên li van çiyayan mezinbûne û yên ji bo Heskîfê jî hatine, hene. 

“Nobeta Av û Wijdanê” ya li dijî komkujiya xwezayê ya Çiyayên Kazê ya nêzî Balaban a girêdayî gundê Kîrazli dest pê kir, di roja 19’emîn de dewam dike. Nobeta ku di 26’ê Tîrmehê de dest pê kir, ji gelek beşan mirovn beşdarî nobetê didin û çalakiyên cur be cur lidar dixin. Di roja 5’emîn a nobetê de, çalakger li dijî komkujiya xwezayê, heya qada şirketa madenê ya Alamos Gold a Kanadayî meşiya bûn. 
 
8 GUND HAT AVAKIRIN
 
Bi sedan kesên ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine Çiyayên Kazê, li qada gund bi awayekê sembolîk 8 gund ava kirine. Çalakger xwe amade dikin ku navê gundan kirine Heskîf, Mûnzûr, ODTU, Fatsa, Alakir, Salda, Cerattepe û Daristanên Bakûr. Çalakgerên li qada gund civiyan, li vê derê li dijî komkujiya xwezayê tiştên ku wê bikin nîqaş dikin. 
 
PIŞTEVANÎ MEZIN DIBE 
 
Bi sedan kesên ku berê hev nas nedikirin, îro dinava piştevaniyê dene, têkoşîna xwezayê bi hevre dimeşînin. Ji bo kesên nû tên beşdarî çalakiyê dibin kon tên dayîn, çalakger dinava xwe de betaniyan kom dikin û didin. 
 
PÎRA 86 SALÎ JÎ LI ÇİYAYÊN KAZÊ DI ÇALAKİYÊ DEYE 
 
Pîra  86 salî Cahîde Ozûysal a 50 salin li Çanakkale dijî, ji bo ku xwezaya zarokên wê li mezin bûyî neyê talan kirin, ew jî hatiye herêmê û di çalakiya nobetê deye. Ozûysal, diyar kir ku her ku ew li nûçeyan mêze dike digirî û got: “Ji bo ku ez vê têkoşînê bibînim hatim vê derê.” Ozûysal, dema ku hestên xwe vedibêje çavên wê tije rondik dibe. Ozûysal, qada madenê nîşan da û got: “Ez li van deran mezin bûm. Ka ji xwe re li vî halî meze bikin.” 
 
'HEYA KU GAV PAŞVE BAVÊJIN EM Ê LI VÊ DERÊ BIN'
 
Yek ji çalakgaran Cahît Kaya, da zanîn ku heya şîrketên madenê gav paşve bavêjin ewê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Em di çalakiya xwe de bi biryarain. Ez ji Îzmîrê hatim Çiyayên Kazê. Siyanur zirarê dide xwezayê. Xweza ne mîrateyê me ye, ew mîrateye ku em ji bo zarokên bihêlin. Divê ji bo vê têkoşîn bê dayîn.” 
 
GER JI BO HESKÎFÊ BERTEK HATIBA DATÎN…
 
Dogan Yildirim ê ji Wanê hat Çiyayê Kazê jî, ev 4 rojin di çalakiya nobetê deye. Yildirim, anî ziman ku ew  tevlî çalakiyên nobetê yên li dijî talana  xwezayê ya Mûnzûr û Heskîfê jî bûye û wiha  axivî: “Çawan ku min talana li Çiyayên Kazê bihîst, min konê xwe girt ba xwe û ez hatim Çanakkale. Têkoşîna li vê derê wê bandorê li Heskîf û Mûnzûrê jî bike. Ji bo vê piştevanî pir girînge.” 
 
Melîs Tantan jî, da zanîn ku bi salane ji bo Heskîfê têdikoşe û wiha bilêv kir: “Niha jî ez ji bo Çiyayên Kazê têdikoşim. Di vê têkoşîna xwe de dixwazim balê bikişînim ser talana li Heskîfê jî.”
 
‘KESEK JÎ KESEKE’
 
Beyza Ûtkûn jî, da zanîn ku yên vê cîhanê rizgar bikin wê jin û got: “Kesek jî keseke. Ji ber vê tevlî çalakiya nobetê bûm.” 
Serpîrl Demîr jî, li ser gotinên Ûtkûn, ev tişt gotin: “Di tu pirtûkên hiqûqê de behsa berxwedanê nayê kirin. Di tu pirtûkên hiqûqê de behsa berxwedana gelan a li dijî qedexayan nayê kirin. Lê çi dibe bila bibe emê bi ser bikevin. Niha em hîn zêdetir bi biryarin. Têkoşîna li vê ji bo gelek qadan bûye hêvî. 
 
MA / Zemo Aggoz