Li Akkuyu kontrol tune ye derz heye: Bi mejiyê mitahît tê kirin

img
MÊRSIN - Serokê Şaxa Endezyarên Jeolojî yê Mêrsînê Erkan Demîr, diyar kir ku di Santral Nukleerî ya  li Akkuyu tê avakirin de, kontrol kirin tuneye û du caran derz çêbûn. Demîr, da zanîn ku santrala nukleerê ya gewre bi mejiyê mitahîtan tê avakirin û got: “Berpirsiyarê vê hikumet e.” 
 
Li Akkuyu, avakirina Santrala Nukleerê dewam dike. Di santrolê de, heya niha du caran derz rû daye. Tê gotin ku di salên pêş de, evê bi xwe re “felaketên mezin” bîne. Aktivîstê Platforma Li Dijî Nukleerê (NKP) û Serokê Şaxa Endezyarên Jeolojî yê Mêrsînê ya girêdayî Odeya Avayîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Erkan Demîr, diyar kir ku santrala nukleerê ya gewre bi mejiyê mitahîtan tê avakirin û wiha axivî: “Bi tu awayî kontrol tuneye. Berpirsiyarê van hemûyan hikumeta ku bi mejiyê mitahîtan tevdigereye.”
 
‘CÎHANÊ GIRT, LÊ EM BI ÎNAT AVA DIKIN’
 
Demîr, da zanîn ku li cîhanê rêbaza Santrala Nukleerê ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Santrala Nukleerê ya li Tirkiyeyê tê avakirin jî, berî ku dereng bikeve divê bê girtin. Hilberîna enerjiyê ya li Santrala Nukleerê dest pê kir, ne bi ewleye. Ji xwe enerjiya Roj û Hewayê enerjiyeke ku bi rehetî tê bi dest xistin.  Mînakên vê hene. Gelek welatan projeyên xwe yên Santrola Nukleerê ji holê rakirin. Lê em hîna xebata hilberîna enerjiyê ya bi vê rêbazê berdewam dikin.”  
 
‘EV PÊVAJO GIRTIN’^
 
Demîr, dest nîşan kir ku ji bo girtina santrolê wan hewl da dengê xwe bilind bikin û wiha bilêv kir: “Ji xwe Santrala Nukleerê ya li Akkuyu tê avakirin, li ser zemînek saxlem ne hatiye avakirin. Nêzî 20 salane, derbarê şert û mercên zemîna herêmê de xebatên cîdî hene.  Di zemînê avakirina Santrolê de riskên cîdî hene. Lê hikumet bi înat vê projeyê berdewam dike.” 
 
ÇAVNÊN XWE LI KOMKUJIYÊ DIGIRIN
 
Demîr, bal kişand ser bandorên neyînî yên nukleerê û wiha rêz kir: “Wê zirarên cîdî bide mirov û xwezayê. Her ku pirsgirêk di santrolê de rû bide, wê jehrên jiyana mirovan û xwezayê bixe talûkê derbikevin holê. Ev hovîtiye. Bi awayekê pir aşkere çavên xwe li komkujiyê digirin.”
 
Demîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em neçarin ku civakê agahdar bikin. Ji bo ku santral bê girtin, tişta ji destê me were emê bikin. Bi taybetî divê civak û ciwan xwedî jiyana xwe derkevin. Ji bo rawestandina santrale divê bikevin nava tevgerê.”
 
MA / Ergîn Çaglar